Çalakiya minbiciyan di roja 11‘an de didome

Çalakiya konvedanê ya Minbicê di roja xwe ya 11`an de didome. Beşdarên çalakiyê hevgirtina xwe ya li hember êrişa Tirkiyê destnîşan kirin û Berxwedana Rûmetê silav kirin.

Çalakiya minbiciyan di roja 11‘an de didome
Çalakiya minbiciyan di roja 11‘an de didome
Çalakiya minbiciyan di roja 11‘an de didome
Çalakiya minbiciyan di roja 11‘an de didome
Çalakiya minbiciyan di roja 11‘an de didome
Çalakiya minbiciyan di roja 11‘an de didome
Çalakiya minbiciyan di roja 11‘an de didome
Çalakiya minbiciyan di roja 11‘an de didome
Çalakiya minbiciyan di roja 11‘an de didome
30 cotmeh, 2019   16:54
MINBIC

Endamên Meclisa Edaleta Civakî ya Minbicê û gundewarê wê, endamên partiyên siyasî yên Minbicê îro tev li çalakiyê bûn.

Di çalakiyê de daxuyanî bi navê Meclisa Edaleta Jin a Meclisa Edaleta Civakî ya Minbicê û gundewarê wê hate dayîn. Daxuyanî ji hêla berdevka meclisê Cîhan Mistefa ve hate xwendin.

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku ji ber êrişên artêşa Tirk a dagirker li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rewşeke trajedîk li herêmê rû da. Tirkiyê bi rêya hedefgirtina sivîlan bi taybet jin û zarokan qanûnên navdewletî binpê kir.

Di daxuyaniyê de bal hate kişandin ku Tirkiyê bi êrişên xwe ragihandina cîhanî ya mafên mirovan û biryara 1375 a sala 2000`î tevî her çar peymanên Cinevê û protokolên wê binpê kirin. Bang li tevahiya rêxistinên jinan, desteya jin a NY`î bi taybet konseya ewlehiyê hate kirin ku vegera ewle ji tevahiya sivîlan re heta jin û zarokan peyda bikin piştî ku hêzên Tirkiyê û komên alîgirên wê ji herêmên dagirkirî vekişe.

Piştre bi navên Meclisa Edaleta Civakî ya Minbicê û gundewarê wê Hesen El-Ehmed, Partiya Nûjen û Demokratîk a Sûriyê hevserokê partiyê şaxê Minbicê Hezaa El-Ibrahîm û Hevbendiya Niştîmanî ya Demokratîk a Sûriyê endamê rêveber Hisên Osman axaftin hatin kirin.

Axaftvanan gotin ku bi saya fedekariyên Hêzên Sûriye Demokratîk  û Meclisa Leşkerî ya Minbicê herêm ji DAIŞ`ê rizgar bû. Lê Tirkiyê careke din hewl dide rojên tarî û zulmê vegerîne.

Her wiha berxwedanê şervanan li eniyên berxwedanê silav kirin.

Di dawiyê de endamê rêveber ê Partiya Sûriyê ya Pêşerojê îmad El-Musa axivî û got: "Em êrişên hovane yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi tundî red dikin. Cihê mixabiniyê ye ku çeteyên xwedî nasnameyên sûrî  li gel osmaniyên nû êrişî herêmê dikin."

Di çalakiyê de senefîzyoneke girêdayî sûcên dagirkeriyê li herêmê hate pêşandan.

(şx)

ANHA