Rûsya: Hêzên Sûriya Demokratîk bendên rêkeftinê pêk anîne

Wezîrê Berevaniyê yê Rûsya Sergey Şwîgo, ragihand ku vekişîandina Hêzên Sûriya Demokratîk ji sînorê Sûriyê û Tirkiyê, beriya dema biryara li ser hatiye dayîn , hatiye temam kirin.

Rûsya: Hêzên Sûriya Demokratîk bendên rêkeftinê pêk anîne
29 cotmeh, 2019   16:16
NAVENDA NÛÇEYAN

Marpera Rusya El-Youm diyar kir ku Hêzên Sûriya Demokratîk ji herêmên sînorî yên Sûriyê – Tikriyê vekişîne, ku yek ji şertên Enqerê bûn da ku êrîşên leşkerî li ser wan herêman, rawestîne.

Her wiha diyar kir ku herêm niha di bin kontrola zerevanên sînor ên Sûriyê û Polîsên Leşkerî yên Rûsya de ye.

Serokên Rûsya û Tirkiyê hefteya derbasbûyî li Soçiyê lihevkirin ku Mosko û Şamê, operasyona vekişîna Hêzên Sûriya Demokratîk, hêsan bikin.

(rr)