Koçberên Serêkaniyê pirs kirin, kîjan qanûn rê dide ku kesên ji derve li malên me bicih bibin?

Koçberan ji bajarê Serêkaniyê destnîşan kirin ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê bajarê wan talan kirin û şewatandin. Koçberan bang li civaka navneteweyî û dewletên ku banga mirovahiyê dikin, ku destwerdanê bikin da ku vegerin warê xwe û pirs kirin: Çi qanûn rê dide ku kesên din li malên me bicih bibin?.

Koçberên Serêkaniyê pirs kirin, kîjan qanûn rê dide ku kesên ji derve li malên me bicih bibin?
29 cotmeh, 2019   15:07
QAMIŞLO

Ji bo şermezarkirina êrişa Tirkiyê li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û binpêkirinên ku têk tîne, şêniyên Serêkaniyê konê çalakiyê li pêşiya komseriya NY`ê ya kar û barê koçberan li bajarê Qamişlo vedan û daxwaza vegera li malên xwe dikin û dewleta Tirk ji xaka wan derkeve.

Şêniya bi navê Îman Hecî Memê koçbera ji bajarê Serêkaniyê ye, niha li bajarê Hesekê bicih dibe, hate bajarê Qamişlo da ku tev li xwepêşandana li pêşiya avahiya komseriya NY`ê ya kar û barê koçberan bibe, heta ku daxwaza wan a vegera li bajarê wan pêk were. 

Îman ku dergûşa xwe rakirbû bi hêrs û acizî wiha got: "Mane ne bese tiştê di salên çûyî de di ser me re derbas bûn, heta kengî em ê wisa bijîn?, bese xwîna me were rijandin:”

Îman wiha domand: "Duh em ji DAIŞ`ê xelas bûn, îro DAIŞ`ê nû derbasî herêmê bû, ew jî Erdogan e ku îda dike YPG`ê teror e, YPG`ê em ji terorê û Erdogan ku bavê terorê ye rizgar kirin, dewleta dagirker DAIŞ û hêzên teror ava kir, ku niha xaka Sûriyê dagir dikin."

Îman da xuya kirin ku Erdogan sînorê xwe li pêşiya çeteyên wê vekir da ku zarok û jin bên kuştin, Îman ev pirs kir: "Erdogan çi ji şêniyên herêmê dixwaze? Ev xaka me ye, xaka Sûriyê ye, ne milkê Erdogan û çeteyên wî ye."

`Divê Kurd bibin yek`

Der barê rûdanên ku li Serêkaniyê çêbûn, Îman wiha got: "Artêşa Tirk a dagirker artêşekî tirsok e, tu şerên sîng bi sîng nekir, tenê bi balafirên xwe bajar bombebaran kir û paşê derbasî bajêr bûn, eger balafir nîn ba, tu hêzên cîhanê nikare li pêşiya QSD`ê bisekine."

Îman Hecî Memê bang li civaka navneteweyî kir ku bi erka xwe rabe û bi garantiya navneteweyî wan li malên wan vegerînin û wiha got: "Em qebûl dikin vegerin malên xwe, bila rûxandî bin jî û amade ne bê tiştek li ser xaka bijîn, a girîng em vegerin, zivistan hat, dê rewşa me kirêtîk be."

Di dawiya axaftina xwe de Îman diyar kir ku ew tev li xwepêşandanê bû da ku dengê xwe bigihîne hemû cîhanê û bang li gelê Kurd kir ku li pêşiya dewleta Tirk bibin yek.

Şêniyê bi navê Ebdullhadî Mihemed koçberê ji bajarê Serêkaniyê, li dibistaneke bajarê Hesekê dimîne, bang li NY`ê û dewletên ku banga mirovatiyê dikin, kir ku şerê Tirkiyê bidin rawestandin û wiha got: "Ji ber zilma çeteyan koçber bûn, em dixwazin vegerin malên xwe."

Der barê rûdanên ku niha li bajarê Serêkaniyê çêdibe, Mihemed wiha got: "Bajar talan bû, ên ku hatin nehatin ji bo bi erka mirovî rabin, malên me talan bûn û malên din jî agir pê xistin."

Ebdulhadî Mihemed ji civaka navneteweyî û NY`ê re wiha got: "Ma dibe kesên ji derve li şûna şêniyên resen li bajarê me bêne bicihkirin?, min tu olên asmanî nedîtin ku tiştê Erdogan û çeteyên wê dikin şîrove dikin, em qebûl nakin ku malbatên çeteyan li malên me bêne bicih kirin, divê ew li mal û warê xwe vegerin."

(jo)

ANHA