Hevgirtina civakî êşa koçberên Serêkaniyê kêm dike

Rêveberiya Xweser û şêniyên bajarê Hesekê bi derfetên xwe yên kêm alîkariya koçberên Serêkaniyê dikin. Tevî hemû astengî û zehmetiyên ku koçber dikşînin lê hêviya wan a vegera li warê xwe kêm nebûye.

Hevgirtina civakî êşa koçberên Serêkaniyê kêm dike
Hevgirtina civakî êşa koçberên Serêkaniyê kêm dike
Hevgirtina civakî êşa koçberên Serêkaniyê kêm dike
Hevgirtina civakî êşa koçberên Serêkaniyê kêm dike
27 cotmeh, 2019   06:22
HESEKÊ – MÛRADA KENDA – SILAVA EBDIREHMAN

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên giredayî wê  di 9‘ê Cotmehê de êrişên xwe yên hovanê anîn ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê. Şêniyên Serêkaniyê ku xwe ji teknîka herî pêşketî û çekên qedexêkirî parast neçar man koçberî hin bajarên Bakur û Rojhilartê Sûriyê bibin. Bi dagirkirina Serêkaniyê re di herêmên din de pêla koçberiyê zêde bû.

Koçber di dibistanan de bi cih bûn

Bi êrişên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser bajarê Serêkaniyê ku çekên herî giran û balafir bi kar anîn, bi hezaran sivîl koçberî derverên derdorê yên ewle bûn.

Yek ji wan bajarên ku zêdetirî 300 hezar koçber lê bi cih bûne bajarê Hesekê ye.

Li Hesekê 53 dibistan ji ber pêla koçberiyê ji koçberan re bûne spartgehên koçberan. Di her dibistanekê de nêzî 300 koçber hene. 18 zarokên ku malbatên wan windayê ne yan jî di şer de şehîd ketine hene.  Bi vê êrişên dewleta Tirk a dagirker zêdetirî 86 hezar xwendekar ji mafê perwerdeyê bêpar hatin hiştine û 5 hezar mamostê jî neçar mane ku perwerde bidin sekinandin.  Dibistan ji aliyê Hêzên Ewlekariya Hundirîn ve tên parastin. Her wiha endamên saziyên Rêveberiya Xweser jî di dibistanan de beşa îdarî dinêrin û bi koçberan re têkildar dibin. Şêniyên bajarê Hesekê jî ji koçberan re deriyê xwe vekirine di û her malekê de herî kêm 3 malbat bi hevre dijîn.

Kêmbûna dermanan nexweşiyan girantir dibe

Nexweşiyên dil, tansiyon, sing, şekir, îltihap di nav koçberan hene. Hejmara zarokên bişîr 584 û jinên dûcanî jî 362 kes in. Kêmbûna dermanan jî dihêle ku ev nexweşî girantir dibe. Kêm derfetên tenduristiyê gelekî bandorê li koçberan dike. Lê li dijî ewqas astengiyan jî gel berxwe dide û dibejin "Em ji Bakur û Rojhilatê Sûriyê dernakevin heya ku welatên me bê rizgar kirin."

Gel dêriyê xwe ji koçberên Serêkaniyê re vekiriyê

Saziyên qaşo mirovahî ku di Bakur û Rojhilatê Sûriyê de xebat didan meşandin piştî êrişên dewleta Tirk bi giştî reviyan û tenê navên wan yên mirovahiyê bi gotinan de ma. Bi derfertên kêm debara koçberan ji aliyê Rêveberiya Xweser û gelê herêmê ve tê kirin. Her wiha derveyî Başûrê Kurdistanê tu dewlet jî alîkarî rê nekirine.  Şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî malên xwe ji koçberan re vekirinê û di her malekê de herî kêm 3 malbat bi cih bûne.

Şêniyên Serêkaniyê ku bi dibistanan de bi cih bûne çavên wan ne li alîkariya xwarinê lî li benda rizgarkirina Serêkaniyê ye û daxwaza wan jî tenê aramiya herêmê ye.

Tekidarî komkirina alikariyan û rewşa koçberan bi hevserokê Buroya Karûbarên Rêxistinên Mirovayî ya Herêma Cizîrê Xalid Îbrahîm  û Hevserokê Kantona Hesekê  Abdulxanî Oso axivîn.

Yek ji saziyên Rêveberiya Xweser Buroya Karûbarên Rêxistinên Mirovayî ya Herêma Cizîrê di sala 2014‘an de bi damezrandina Rêveberiya Xweser re hate ava kirin. Ev sazi hevsengî û kordinasyona alîkariyan dike.

‘Saziyên qaşo mirovahî bi erkên xwe nerabûn’

Hevserokê Buroya Karûbarên Rêxistinên Mirovayî ya Herêma Cizîrê Xalid Îbrahîm têkildarî alîkariyên ji bo koçberan re diyar kir ku heya niha, ji derve gelê Başûrê Kurdistanê tu alikarî ji dewletên derve nehatiyê kirin û got: “Me ji bo alîkariya saziyên ku qaşo dibêjin xwe mirovahî deriyê herêmên xwe vekir. Lê mixabin piştî êrişên dewleta Tirk a dagirker di herêmê de tu ji bilî yên Rêveberiya Xweser tu saziyên mirovahî nemane. Saziyên ‘mirovahî’ bi erkên xwe nerabûn û reviyan. Gelê me û Rêveberiya Xweser pêdiviyên jiyanî yên koçberan bi cîh tînin. Derfetên wan jî gelekî kem e. ”

‘Divê lez ji bo vegera gel herêm bê rizgar kirin’

Xalid Îbrahîm wiha domand: "Em jî wekî sazî kordîneya wan alîkariya dikin û 24 saetên di saziya xwe de dixebitin. Armanca sereke em xwe bigîhînin hemû koçberan lê li hemberî me jî gelek zehmetî derdikevin. Dewleta Tirk a dagirker çavkaniya avê hilweşand. Ev jî bû sedem ku pirsgirêka avê hin zêdetir bibe. Zivistan li pêşiya me û ev jî wê rewşa koçberan gelekî neyînî bandor bike. Pêdiviyên jiyanî ji bo koçberan lez pêwîste.  Pirsgirêka kêmbûna dermanan, şîrên zarokan, nan û bijîşkan heye. Piştî şer nexweşiyên derûnî jî derketine. Zarok gelekî nexweş dikevin. Divê bi lez ji bo ev gel vegerê welatê xwe herêm bê rizgar kirin. Banga me ku saziyên navnetewî vî şerî bi dawî bikin ku aramiya herêmê dîsa vegerê. ”

‘Derfet kêm in lê vîn û berxwedan zêde ye’

Hevserokê Kantona Hesekê  Abdulxanî Oso jî têkildarî hovîtiya dewleta Tirk û çeteyên giredayî wê got ku ji sala 2011‘an ve heya niha sînorê di navbera Tirkiyê û Bakur û Rojhilatê Sûriyê de bi ewle ne û got:  “Bi rengekî hovane dewleta Tirk û çeteyên giredayî wê êrişî gelê me kirin. Daxwaza dewleta Tirk a dagirker ew e ku hemû Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji niştecihên wê vala bikin. Gel koçberî bajarên me yên din bûne, ev tê wateya ku nikarin me ji sînorên Bakur û Rojhilatê Sûriyê derbixînin. Ev jî encama vîna gelê herêmê ye. Gelekî zehmetî û zorî li Hesekê heye lê li beramberî vê jî hevgirtina gel jî heye. Gel hemû tevî derfetên kêm xwedî li koçberan derdikevin. Li bajarê Hesekê ji bo koçberan 24 saetan alîkarî tê komkirin. Gelê ku koçberî Hesekê bûn em neçar man wan li malan û dibistanan de bi cîh bikin. Şêniyên Serêkaniyê yên di dibistanan de tu carî hêviyên xwe qut nakin û li benda vegera welatê xwe ne.  Ev vîna gel wê bi ser bikeve.  Sedema ku hijmarêk gelek zêde ya koçberan heye em gelek zehmetiyan bi cîh anîna pêdiviyan de dikşînin.  Dewlet hemû beriya alikariyê ji me re bikin bila dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê bi dawî bikin.”

ANHA