Koçberên Erîşa: Ka wijdanê mirovahiyê?

Artêşa Trik a dagirker û çeteyên DAIŞ û Cebhet El-Nusra bi tang,Top û belafiran êrişî gundê Erîşa yê girêdayî Serêkaniyê kirin. Di encamê de sivîl koçber bûn. Koçber pirsa "Ka wijdanê mirovahiyê, em ê bi kuderê herin" dikin.

Koçberên Erîşa: Ka wijdanê mirovahiyê?
Koçberên Erîşa: Ka wijdanê mirovahiyê?
Koçberên Erîşa: Ka wijdanê mirovahiyê?
27 cotmeh, 2019   06:32
HESEKÊ –BASIL REŞÎD

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên DAIŞ û Cebhet El-Nusra agirbestê binpê dikin, êrişî gundê Erîşa yê girêdayî Serêkaniyê kirin. Ji ber topbaranê sivîl koçber dibin û berê xwe didin navçeya Til Temirê. Şervanên QSD’ê di çarçoveya parastina rewa de bersiv didin. Sivîlan di nava eraziyan de direvin û balafirên keşfê li ser serê wan digerin û bombebaran dikin. Sivîlan hewar kirin û ji ajnasa me re axivî û gotin: "Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên DAIŞ û Cebhet El-Nusra malên me topebaran kirin û dixwazin zarokên me qetil bikin ."

‘Dayik bi hawaran zarokê xwe ji ber topebaranê direvînin ‘

Dayîkek ku li Erîşa diman destê xwe rakir ezmanan û hewar kir: "Em ê bi kuderê ve biçin hawarê . Me zarokên xwe ji ber topbaranê revandin. Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên DAIŞ û Cebhet El-Nusra êrişî gundê me kirin, malê me topebaran dikin. Hewar ferman bi serê me tê."

‘Em nizanin bi kuderê ve biçin‘

Jinek ji gundê Erîşa ku xwe ji topebaranê xilas kir dibêje: "Xwedê Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên DAIŞ û El-Nusra nehêle. Ev çete ne wijdan û ne mirovahî li cem wan tune ye. Bi balafiran êrişî me dikin. Ji ber topebaranê em koçber bûn. Em nizain bi kuderê ve biçin."

Ehmed Xidir buxçika xwe avêtiye ser milê xwe û dibêje cîhan ber bi xerabiyê ve diçe û wiha tîne ziman: "Artêşa Tirk û çeteyên DAIŞ û Cebhet El-Nusra bi balafir, tang û topan êrişî me kirin, em dixwazin zarokên xwe birevînin û biçin cihekî ewle (Til Temir)."

Ehmed buxçika xwe avêt erdê û destê xwe rakir ezmanan û hewar kir .

‘Ka wijdanê mirovahiyê ?’

Dema me  berê kamîreya xwe da malbata Ehmed  dît ku hevjîna Ehmed Wedha  zarokek avêtiye ser milê xwe  û dibeze,  ji nişkan ve zarokê wan yê bi navê Diya (6) salî hat pêşiya kamîreyê û got: "Balafirên artêaş Tirk a dagirker gundê me topbaran dike. Ji bo ku em xwe xilas bikin em niha berê xwe didin Til Temirê .”

Wedhayê jî got: “Erdogan dixwaze gelê herêmê qir bike. Êdî bes e. Ma em ê van zarokan bi kuderê ve bibin. Ka wijdanê mirovahiyê.”

Koçber ji ber topbarana artêşa Tirk û çeteyên DAIŞ û Cebhet El-Nusra di nava eraziyan de bi destê zarokên xwe girtine û dibezin. Ji gundê Erîşa pêla koçberiyê dewam dike.

ANHA