Ciwanên Bakur û Rojhilatê Sûriyê: Em ê li hember dagirkeriyê bibin mertal

Ciwanên Bakur û Rojhilatê Sûriyê gotin ew ê li hember artêşa Tirk a dagirker û DAIŞ`î yên wê yên nû bibin mertal.

Ciwanên Bakur û Rojhilatê Sûriyê: Em ê li hember dagirkeriyê bibin mertal
Ciwanên Bakur û Rojhilatê Sûriyê: Em ê li hember dagirkeriyê bibin mertal
Ciwanên Bakur û Rojhilatê Sûriyê: Em ê li hember dagirkeriyê bibin mertal
Ciwanên Bakur û Rojhilatê Sûriyê: Em ê li hember dagirkeriyê bibin mertal
26 cotmeh, 2019   16:05
GIRÊ SPÎ

Îro bi endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Reqa, Tebqa, Dêrazorê û Girê Spî tev li çalakiya konvedanê ya li navçeya Çelebiyê ya girêdayî kantona Kobanê bûn. Ciwanan alên ciwanên şoreşger û Hêzên Sûriye Demokratîk û Partiya Sûriyê ya Pêşrojê hildan û dirûşmeyên şermezarkirina êrişa artêşa Tirk a dagirker, silavkirina Berxwedana Rûmetê, berxwedana Hêzên Sûriye Demokratîk berz kirin û banga yekitiya axa Sûriyê kirin.

Piştî deqeya rêzgirtin gelek axaftin hatin kirin, hevserokê Meclisa Gel a navçeya Çelebiyê Cemîl Bozan û endama rêveber a Ciwanên Şorşger a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Medya Mihemed.

Axaftvanan destnîşan kirin ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê der heqê gelê me de komkujî pêk anîne. Her wiha hate gotin ku şêniyê herêmê bi saya fedekariya şehîdan di nava aramî û ewlehiyê de ne.

Axaftvanan bexwedana şervanan û ciwanan di nav refên Hêzên Sûriye Demokratîk de li eniyên berxwedanê silav kirin û piştgiriya xwe bi wan re anîn ziman.

Her wiha diyar kirin ku wek ciwan dê li hember êrişên artêşa Tirk a  dagirker bê deng nemînin û dê bibin mertalên zindî û tevahiya dagirkeran ji axa Bakur û Rojhilatê Sûriyê derxînin.

Çalakî bi berzkirina dirûşmeyên silavkirina Berxwedana Rûmetê ya li hember dagirkeriyê berdewam e.

(şx)

ANHA