Li Tebqa û Reqayê 4 şehîdên Berxwedana Rûmetê hatin oxirkirin – HATE NÛKIRIN

Li Reqa û Tebqayê cenazeyên 4 şehîdên Berxwedana Rûmetê ya li hemberî êrişên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê bi merasîman hatin veşartin.

Li Tebqa û Reqayê 4 şehîdên Berxwedana Rûmetê hatin oxirkirin – HATE NÛKIRIN
26 cotmeh, 2019   16:29
TEBQA

Bi sedan şêniyên herêma Tebqayê cenazeyê şehîdên Berxwedana Rûmetê Beşar El-Xelef (Siwar Mensûra) û Felah Helîl ( Felah) ji nexweşxaneya Wetanî wergirtin û ber bi Goristana Şehîdan ve ketin rê.

Li goristanê merasîm bi deqeyek rêzgirtin li gel torena leşkerî ya şervanên Hêzên Sûriye Demokratîk destpê kir.

Di merasîmê de hevserokê Meclisa Qanûnsaz a Tebqayê Hamid El-Ferec, hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan Ebdulkerîm El-Îbrahîm û fermandarê Meclisa Leşkerî ya Tebqayê Seqir Tebqa axivîn.

Axaftvanan sersaxî ji malbatên şehîdan re xwestin û soza şopandina rêya şehîdan dan. Her wiha diyar kirin ku rêya şehîdan rêya tevahiya gelan e û xwîna wan dê vala neçe.

Ji aliyê xwe ve fermandar Seqir Tebqa got, heya derxistina dagirkeran ji axa herêmê û hesabxwestinê ji artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê, DAIŞ û El-Nusra dê şehîdan bidin.

Piştî axaftinan nasnameyên şehîdan ji hêla endama rêveber a Meclisa Malbatên Şehîdan Reşe El-Taha ve hate xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin.

Di dawiyê de piştî nimêj li cenazeyên şehîdan hatin kirin û di nava dirûşmeyan de hatin veşartin.

REQA

Bi sedan şêniyên Reqayê cenazeyê şervanê Hêzên Sûriye Demokratîk Ebdulfetah Birim (Kawa) û Kamil Xelîl (Nesir) li Goristana Şehîdan a li gundê Hikumiyê yê bakurê Reqayê oxir kir.

Di merasmê de bavê şehîd Kawa serfiraziya xwe bi şehadeta kurê xwe rave kir û ev roj bi roja daweta wî wesifand. Her wiha destnîşan kir ku armanca Erdoganê faşîst di dagirkirina Bakur û Rojhilatê Sûriyê de xeyal e û ne pêkan e madem parêzvanên wê hene û ji bo parastina axa xwe aşiqê mirinê ne.

Ji aliyê xwe ve fermandarê Meclisa Leşkerî ya Reqayê Ebû Casim El-Reqawê anî ziman ku Hêzên Sûriye Demokratîk bi hezaran şehîd ji bo parastina axa xwe ji DAIŞ`ê dane û ji bo rizgarkirina wê ji dagirkeriya Tirkiyê jî dê hîna şehîdan bide. Ebû Casimn got, ku QSD`ê nahêle çete careke din vegerin.

Di dawiya merasîmê de endama rêveber a Meclisa Malbatên Şehîdan Emîne El-Elî nasnameya şehîd xwend û radestî malbata wî kir. Paşê girseya gel cenazeyê şehîd bi dirûşmeyên dilsoziya bi şehîdan re veşart.

 (şx)

ANHA