Têkoşer Abdulhemîdê Hac Derwêş hate oxirkirin

Bi beşdariya Rêveberiya Xweser a Demokratîk, partiyên siyasî, rêxistinên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, şêniyên bajarê Qamişlo û endamên Partiya Pêşverû, Sekretêrê partiyê Hemîdê Hac Derwêş oxir kirin.

Têkoşer Abdulhemîdê Hac Derwêş hate oxirkirin
Têkoşer Abdulhemîdê Hac Derwêş hate oxirkirin
Têkoşer Abdulhemîdê Hac Derwêş hate oxirkirin
Têkoşer Abdulhemîdê Hac Derwêş hate oxirkirin
Têkoşer Abdulhemîdê Hac Derwêş hate oxirkirin
Têkoşer Abdulhemîdê Hac Derwêş hate oxirkirin
25 cotmeh, 2019   12:02
QAMIŞLO

Têkoşer Abdulhemîdê Hac Derwêş, di sala 1930`yî de li gundê Qermanê ya navçeya Dirbêsiyê ya herêma Cizîrê ya Bakurê Sûriyê ji dayîk bûye, di sala 1967`an bû Sekretêrê Partiya Demokratîk a Pêşverû ya Kurd li Sûrî, 60 salan di nava kar û xebata doza kurdî de bû û di 24`ê Cotmehê de koça dawîn kir.

Merasîma oxirkirina sekretêrê giştî li nêzî navenda partiyê ya li taxa Siyahî û bi beşdariya şandeyên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, şandeya PYD`ê bi serkêşiya berpirsê têkiliyên diplomatik ê partiyê Salih Mislim, nûnerên partiyên siyasî, kurdî, suryanî, rûspiyên eşîran, êlên kurdî û erebî yên ku ji hemû herêmên Bakurê Sûriyê pêk hat.

Qada merasîmê bi wêneyên têkoşer Abdulhemîsê Hac Derwêş  ku nivîsên"Em soz didin em ê dilsozê nirx û bingehên rêya te bin ey hevalên delal" hate xemilandin.

Hezkerên têkoşer cenazeya Abdulhemîd rakirin û ber bi qada merasîmê ve çûn. Hêzên Ewlekariya Hundirîn parastina qadê kirin.

Dema cenaze gihaşt qadê koma muzîkê peyasek li dar xist û paşê ser giyanê pakrewanan rêz hate girtin.

Di merasîma oxirkirinê de, gelek axaftin hatin vegotin, her wiha peyamên sersaxiyê yên rêxistin, partiyên kurdistanî yên wekî KCK, KNK û PDK hatin xwendin.

Hemû partî û rêxitinan sersaxî ji endam û malbatê re xwestin û soza şopandina rêya doza kurdî dan.

Axavêran bal kişandin ser girîngiya yekîtiya gelê Kurd û yekrêziya li dijî êrişên artêşa Tirk nexasim, li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê.

Her wiha axavêran îşaret bi rola Hemîd Hac Derwêş kirin û gotin, keyasetek siyasî û civakî bû û dîroka kurdî şahidê vê yekê ye.

Paşê kerwanê cenaze ji bajarê Qamişlo ber bi navçeya Dirbêsiyê ve çûn, da ku têkoşer Abdulhemîd li cihê jidayînbûna wî bispêrin axê.

(eh)

ANHA