Fatma hêviya vegera li Serêkaniyê  ye

Em ji xizmên xwe qut bûn. Xizmên me kuştin û malên me hilweşandin. Bi van gotinan koçbera bi navê Fatma çîroka koçberiya xwe ji bajarê Serêkaniyê ber bi Girkê Legê ve, vedibêje.

Fatma hêviya vegera li Serêkaniyê  ye
25 cotmeh, 2019   12:17
DÊRIK – NEJBÎR OSMAN – AZAD SEFO

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê di 9`ê Cotmehê de bi dijwarî êrişî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir. Êrişên wan bi piranî li dijî bajarên Serêkaniyê û Girê Spî bûn. Artêşa Tirk a dagirker di êrişên xwe de balafir, top û çekên qedexekirî li dijî bajarên ku bi hezaran sivîl tê de dijîn, pêk anîn. Di encama êrişan de bi sedan sivîl şehîd bûn û bi sed hezaran jî ber bi bajar û bajarokên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ve koçber bûn.

Fatma Elî ji şêniya bajarê Serêkaniyê ye. Mala wê nêzî sînorê di navbera Rojava û Bakurê Kurdistanê de ye. Ji ber topbarana artêşa Tirk a dagirker koçber bû. Niha di dibistaneke navçeya Girkê Legê de dijî. Fatma di vê der barê de wiha  got:"Mala me li ser sînor e. Artêşa Tirk a dagirker bajar yekser topbaran kir. Em di mala xwe de man. Lê balafirên dewleta Tirk û topên wan bajar bomeberan û topbaran kir. Ji ber wê neçar man ji bajêr derkevin."

 ‘Tirkiyê û artêşa xwe bi navê Îslamê, em kuştin‘

Fatma bi çavên tijî girî kêliyên topbarana artêşa Tirk a dagirker a li ser bajêr û qetilkirina sivîlan bi balafir û topbaranan wiha anî ziman:"Dewleta Tirk a dagirker di roja yekemîn a êrişan de bajarê tijî sivîl bê ser û ber topbaran kir. Bi dehan şêniyên bajêr hatin qetilkirin. Dewleta Tirk a ku Erdogan serokkomarê wê ye, sûcdar e. Zarok, xizim û cîranên me li pêşiya çavên me bê rehm kuşt. Beriya hemleya qaşo "Artêşa El-Muhemedî" em bi ewle di bajarê xwe de dijîn. Artêşa El-Muhemedî musliman koçber kir û artêşa El-Muhemedî zarokên me kuştin."

 ‘Êrişa dewleta Tirk ji ber tohildana berxwedana 2013`an pêk hat‘

Fatma êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê bi êrişên çeteyên Cebhet Nusra yên sala 2013`an ên li dijî bajarê Serêkaniyê girê dan. Di sala 2013`an de şervanên YPJ/YPG`ê bersiva êrişên çeteyan da û ew ji herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê derxistin.

Di vê çarçoveyê de Fatma ev tişt anî ziman:"Êrişên bêserûber ên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê û hedefgirtina sivîlên bajarê Serêkaniyê, tolhildana rizgarkirina şervanên YPJ/YPG`ê û  şêniyên bajarê Serêkaniyê û têkbirina wan dûrî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye. Erdogan xayîn û wijdanê wî tune ye. Bi hemû şêwazan dixwaze îradeya gelê Kurd têk bibe."

 ‘Malên me hilweşandin û talan kirin!‘

Piştî çend rojan Fatma neçar ma ku ji mala xwe derkeve û bi hinek xizmên xwe yên Ii bajêr re  kete nava têkiliyê da ku pisra mala xwe bike. Girêdayî mijarê Fatma wiha bi lêv kir:"Yek ji şêniyên bajêr got mala we ji ber bomebarana balafirên dewleta Tirk bi temamî hatiye hilweşandin û çeteyan mala wê talan kiriye."

 ‘Em ji xizmên xwe mîna çivîkên ku ji refa xwe qut dibin, qut bûn, bajarê me rizgar bikin‘

Fatma destnîşan kir ku êdî nikarin zilma dewleta Tirk tehemûl bikin, dixwazin li bajarê xwe vegerin, çete ji herêmên wan werin derxistin û wiha pêde çû:"Em êdî nikarin zilma ku Erdoganê faşîst pêk tîne, tehemûl bikin. Tu cih ji me re tune ku em berê xwe bidinê. Em ji xizmên xwe qut bûn."

Di dawiyê de Fatma wiha got:"Em dixwazin li warê xwe vegerin. Em aştiyê dixwazin. Dewleta Tirk a dagirker em koçber kirin. Tirkiyê dixwaze kesên biyanî derbasî herêmên me bike. Ji ber wê em bang li QSD`ê, NY`yê û dewletên Îslamî dikin ku artêşa Erdogan û çeteyên wê ji mal û welatê me derxînin. Em dixwazin aştî careke din weke beriya çend rojan li herêmên me vegere."

(bx)

ANHA