Komîteya Tenduristiyê ya Minbicê li dijî sûcên qetilkirina meydanî yên 3 kadroyên tenduristiyê daxuyanî da

Komîteya Tenduristiyê ya Minbic û Gundewarên wê li dijî sûcên artêşa Tirk û çeteyên wê yên li dijî sivîlan, bikaranîna çekên qedexekirî, armancgirtina tîmên tenduristiyê daxuyaniyek da.

Komîteya Tenduristiyê ya Minbicê li dijî sûcên qetilkirina meydanî yên 3 kadroyên tenduristiyê daxuyanî da
25 cotmeh, 2019   11:47
MINBIC

Piştî artêşa Tirk û çeteyên wê tîma tenduristiyê û ambulans li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kirin armanc, komîteya Tenduristiyê ya Minbic û Gundewarên wê li dijî êriş û binpêkirinên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên ji artêşa Azad û Cebhet El-Nusrayê, daxuyaniyek li pêşiya nexweşxaneya Firatê da.

Daxuyaniya komîteya Tenduristiyê ji aliyê endamê komîteyê Mehmûd Amir ve hate xwendin û wiha ye:

"Em wek komîteya Tenduristiyê şaxê Minbic û Gundewarên wê, êrişên dewleta Tirk ên faşîst û komên tundrew ên girêdayî wê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê, her wiha armancgirtina tîmên tenduristiyê, erebeyên ambulans û bikaranîna çekên qedexekirî şermezar dikin.

Kiryarên ku li pêşberî çavên civaka navdewletî têne pêk anîn, tên wateya qirkirinên etnîkî li dijî Kurd, Ereb, Suryan, Çerkez, Tirkmenan. 

Beramberî vê yekê em ê li ber xwe bidin, canê xwe di oxira parastina xaka û gelê xwe de bidin. Dê çareseriya aloziya Sûriyê tenê bi rêya diyalogên Sûrî-Sûrî pêkan be. Bi diruşma"Sûrî bi xak û gelê xwe ve yekgirtî ye"ji tevahî diyalog û danûstanan re tevî hemû pêkhateyên gelê Sûriyê da ku xwînrijandin bi dawî bibe, amade ne.

Di dawiyê de bang li civaka navdewletî dikin ku şerê li Sûriyê rawestîne, da ku aramî û ewlehî misoger bibe."

(eh)

ANHA