Çeteyên Erdogan, hewl didin rêya navneteweyî dagir bikin

Li derdora gundê Dibis ê bakur rojavayî navçeya Eyn Îsayê artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên Artêşa Azad û Cebhet El-Nusra agirbestê binpê dikin û êrîşî şervanên QSD`ê kirin.

Çeteyên Erdogan, hewl didin rêya navneteweyî dagir bikin
25 cotmeh, 2019   11:08
EYN ÎSA

Şervanên QSD`ê di çarçoveya parastina rewa de bersiva êrîşan da û li herêmê şerekî giran rû dide.

Li gorî agahiyan, tevgereke zêde ya dagirkeran li gundên derdora Dibis heye û hewl didin, rêya navneteweyî M4 dagir bikin, lê şervanên QSD`ê bersiva êrîşan didin û şerekî giran rû dide.

(kc)

ANHA