QSDê encama şer û berxwedana roja 16`emîn eşkere kir, 44 çete hatin kuştin

Navenda Ragihandin û Çepemeniyê ya QSD`ê, encama şer û berxwedana roja 16`emîn a li dijî artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê, eşkere kir.

QSDê encama şer û berxwedana roja 16`emîn eşkere kir, 44 çete hatin kuştin
25 cotmeh, 2019   11:34
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandin û Çepemeniyê ya QSD`ê têkildarî mijarê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Daxuyanî wiha ye:

“Balafirên bê mirov yên arrtêşa dagirker li seranserê xeta sînor û bi taybet li herêma Eyn Îsa û Dêrikê tevgera xwe domandin. Li gelek xalan artêşa dagirker bombebarana bi balafirên bê mirov domand.

Serêkaniyê

 Artêşa dagirker û komên çete bi piştevaniya çekên giran, seyareyên zirxî û balafirên bê mirov li seranserê xeta Serêkaniyê êrîş birin li ser çeperên şervanên me yên li gundên Esediyê, Menacir, Gozeliyê, Erbeîn û Leylan. Di van gundan de heya saetên êvarê şerên giran qewimîn. Artêşa dagirker li xeta gundê Menacir bi balafirên keşfê zêdetirî 15 caran bombebaran pêk anî. Hêzên me bi heman awayî bersiva êrîşan dan û hejmarek ji çeteyan kuştin, herwiha 2 seyareyên wan rûxandin. Di pevçûnan de bi giştî 13 çete hatin kuştin, gelek brîndar bûn.

Kobanî û Eyn îsa

Hêzên me di çarçoveya parastina rewa de bersiva êrîşên artêşa dagirker a li ser gundê Evdikê dan. Dîsa li gundê Mişrefa û bejahiya wê artêşa dagirker û komên çete bi çekên giran û seyareyên zirxî êrîş birin li ser çeperên hêzên me. Di encama bersivdana hêzên me de şerên giran qewimîn û gelek çete hatin kuştin. Hêzên me bi hawan, çekên sekvanî û çekên giran bersiva êrîşan dan. Di encama şer de herî kêm 31 çete hatin kuştin, gelek brîndar bûn, 3 seyareyên zirxî hatin rûxandin û BMP`yek hate derbkirin.

Di encama şer de bi giştî 44 çete hatin kuştin, hejmarek zêde brîndar bûn.

Her wiha 3 hevalên me bi lehengî şer kirin û şehîd ketin, 4 hevalên me brîndar bûn.”

 

(kc)