Polîsên leşkerî yên Rûsya û Hêzên Ewlekariya Hundirîn dest bi dewriyên li rojavayê Qamişlo kirin

Îro polîsên leşkerî yên Rûsya û Hêzên Ewlekariya Hundirîn dest bi dewriya li rojavayê bajarê Qamişlo kirin û wê dewrî heta 50 km dewam bike.

Polîsên leşkerî yên Rûsya û Hêzên Ewlekariya Hundirîn dest bi dewriyên li rojavayê Qamişlo kirin
25 cotmeh, 2019   10:23
QAMIŞLO

Îro Hêzên Ewlekariya Hundirîn a herêma Cizîrê û polîsên leşkerî yên Rûsya dest bi dewriya duyemîn kirin, vê canê 50 km dê bigirin, anku ji bajarê Qamişlo heta navçeya Dirbêsiyê.

Duh polîsên leşkerî yên Rûsya li herêma Cizîrê dest bi dewriya xwe ya yekemîn kirin û ji bajarê Qamişlo heta navçeya Amûdê 30 km geriyan.

Dewriya leşkerî ya Rûsya ji PRDM, panzêrekê, SUV û hejmarek endamên Hêzên Hundirîn pêk tê, vê sibê di saet 10`an de ji balafirgeha bajarê Qamişlo dest pêkir û ber navçeya Amûdê û Dirbêsiyê ve çûn.

Piştî dewriya xwe bi dawî bikin, dê li nuqteya xwe ya balafirgehê ya bajarê Qamişlo vegerin.

(eh)

ANHA