Çeteyên Erdogan, genimê Girê Spî derbasî Tirkiyê dikin

Çeteyên dewleta Tirk  a dagirker depoyên genim ên li gundê Dehlîz ku 11 hezar û 400 ton genim têde bû, didizin û derbas Tirkiyê dikin.

Çeteyên Erdogan, genimê Girê Spî derbasî Tirkiyê dikin
25 cotmeh, 2019   06:53
GIRÊ SPÎ

Li gorî agahiyên ku ji herêmê hatine, çeteyên dewleta Tirk a dagirker piştî ku gundê Dehlîz a Girê Spî dagir kirin, dest bi talankirina depoyên genim ên gund kirin. Di depo de, 11 hezar û 400 ton genim hebû.

Çete genimê ku didizin, her kîloyekî bi 25 an 30 leyreyên sûrî difroşin û derbasî Tirkiyê dikin.

Ne tenê genim, lê dewleta Tirk a dagirker bi rêya çeteyên xwe kargehên bajarê Helebê û herêmên din ên Sûriyê didiziyan û derbasî Tirkiyê dikirin.

(kc)

ANHA