‘Dewleta Tirk hewl dide sînaryoya li Efrînê li herêmên din pêk bîne‘

Şêniyên Efrînê yên koçberî kantona Şehbayê bûne, gotin, dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê bi êrişên xwe yên ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê armanc dikin sînaryoya li Efrînê li herêmên nû dûbare bikin û DAIŞ zindî bike.

‘Dewleta Tirk hewl dide sînaryoya li Efrînê li herêmên din pêk bîne‘
25 cotmeh, 2019   06:36
ŞEHBA – FÎRAS ÎBRAHÎM – MIZGÎN HEMO

 

Şêniyên Efrînê yêb di encama êrişên dagirkeriya dewleta Tirk de neçarî koçberiya bûne û berê xwe dane herêma Şehbayê, nerînên xwe der barê êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê de, anîn ziman.

Şêniya bi navê Meryem Heyder ev tişt anîn ziman:``Em şêniyên Efrînê, me zêdeyî 50 rojî di bin bombebarana balafirên dewleta Tirk de li ber xwe da. Piştre em koçberî herêmên Şahbayê bûn, şêniyên li ser xaka xwe li Efrênê mane ji aliyê dagirkeriya Tirk û çeteyên wê ve mafên wan têne  binpêkirin û kiryarên hovane li ser wan têne meşandin.``

Meryem destnîşan kir ku dagirkeriya dewleta Tirk, terorîstên DAIŞ û çeteyên Tirkiyê  ji hev ne dûr in, dixwazin sînaryoya li Efrînê li herêmên din ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dûbare bikin.

Ji aliyê xwe ve şêniyên bi navê Mihemed Ehmed anî ziman ku hemû dewletên ku di komploya li ser Efrînê bibûn hevkar, komloyên xwe yên qirêj li Rojhilat û Bakurê Sûriyê pêk bînin,  careke din derî ji dagirkeriya Tirk re vekirin da ku gelên herêmê koçber bibin û guhertina demografîk li Serêkaniyê û Girê Spî jî pêk tînin.

Necah Mistefa jî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kir û wiha got: ``Dewleta Tirk em koçber kirin û darên Efrînê qutkirine, îro gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê koçber dike û mal û milkên wan talan dike. Her wiha çeteyên DAIŞ`ê li wê derê li Serêkaniyê û Girê Spî zindî dikin.``

Necah got:``Em dagirkeriya Tirk li ser herêmên xwe qebûl nakin, em k jin em ê li hemberî dagirkeran û binpêkirinên wê rawestin, her wiha em ê bi her awayekî berxwedanê bidomîn in, dagirkeran ji xaka me derxînin û vegerin warên xwe.``

(rr)

ANHA