Rêveberiya Xweser banga şandina hêzeke serbixwe kir

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê diyar kir ku êrişên dewleta Tirk ên ser herêmê bi xwe re kareseke mezin anî û bang li civaka navdewletî kir ku hêzeke serbixwe bişîne herêmê.

Rêveberiya Xweser banga şandina hêzeke serbixwe kir
24 cotmeh, 2019   18:03
NAVENDA NÛÇEYAN

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê têkildarî geşedanên dawî girêdayî êrişên artêşa Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê daxuyanî da.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku dewleta Tirk a dagirker di 9‘ê Cotmehê de bi hemû çekên giran, tank, balafir û çekên qedexekirî mîna fosfora spî êrişî anî ser herêmên di navbera Serêkaniyê û Girê Spî de, di encama van êrişên palnkirî kareseke mirovî rû da, her wiha zêdeyî 300 hezar kes koçberî Reqa û Hesekê bûne û bê cih û war mane.

 Rêveberiyê Xweser destnîşan kir ku ji bo rêgirtina li ber derbasbûna dagirkeriyê ji xaka herêmê re wan bi garatiya Rûsyaya Federaln bi hikûmeta Sûriyê re gihiştin lihevkirinekê da ku artêşa xwe derbasî sînor bike û yekitiya xaka Sûriyê biparêze û wiha domand: " Wekî Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê me agirbesta bi keda Amerîkayê hate ragihandin qebûl kir, lê dewleta Tirk heta vê kêliyê êrîşên xwe ranewestandine û hewl dide gundên nû yên li Serêkaniyê dagir bike. Ev tê wateya ku ew di bijêreka şer ê li dijî gelê me de berdewam e, lew re divê garantor Amerîkîa mûdaxele bike û êrişan rawestîne."

Rêveberiya Xweser bal kişand ser lihevkirina di navbera RûsyayeFederal û Tirkiyê de û got, ew der barê madeyên wê de bi fikar in ji ber ku ewlehî û destkeftiyên herêmê dixe xeteriyê û got: "Em û Fermandariya QSD‘ê em ê hemû  hewldanan bikin da ku dengê xwe bighînin hemû aliyan di nav de Rûsya û Amerîka da ku van êrişan rawestînin û maf û pêşeroja me mîsoger bike. Em dixwazin gelê me ji vê xeteriyê hişyar be, em ê têkoşîna xwe berdewam bikin heta aştiya bi rûmet pêk were."

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bang li civaka navdewletî û Neteweyên Yekbûyî kir ku hêzeke navdewletî serbixwe bişîne herêmên Serêkaniyê û Girê Spî da ku şênî vegerin warê xwe. Her wiha bang li rêxistinên mirovî kir ku werin Bakur û Rojhilatê Sûriyê alîkariya koçberan bikin û karesetên mirovî li herêmên ji aliyê Tirkiyê ve hatine dagirkirin, bi belge bike.

ANHA