Ciwanên Tebqayê: Em her lihevkirinek ku nakeve xizmeta hêviyên gelan red dikin

Ciwanên Tebqayê meşeke meşeleyî li dar xist, gotin ew her lihevkirinek ku xizmeta hêviyên gelan bi taybet ciwanan red dikin. Ciwanan seferberiya giştî heta rawestandina êrişa Tirkiyê li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û derxistina leşkerê dagirker ê herî dawîn ragihandin.

Ciwanên Tebqayê: Em her lihevkirinek ku nakeve xizmeta hêviyên gelan red dikin
Ciwanên Tebqayê: Em her lihevkirinek ku nakeve xizmeta hêviyên gelan red dikin
Ciwanên Tebqayê: Em her lihevkirinek ku nakeve xizmeta hêviyên gelan red dikin
Ciwanên Tebqayê: Em her lihevkirinek ku nakeve xizmeta hêviyên gelan red dikin
Ciwanên Tebqayê: Em her lihevkirinek ku nakeve xizmeta hêviyên gelan red dikin
24 cotmeh, 2019   17:38
TEBQA

Ciwanan  li ber çarxerêya Şehîdan a li ber deriyê têketina taxan kom bûn, meşale, alên ciwanan  rakirin û sloganên şermezarkirina dagirkeriya Tirk berz kirin. Her wiha di pêşiya meşê de ciwanan wêneya şehîd Hevrîn Xelef wek sembola her azadîxwazek hildan.

Ciwanan di meşê de banga hilweşandina serkêşê faşîzmê Erdogan, bidawîkirina êrişê, sloganên silavkirina Berxwedana Hêzên Sûriye Demokratîk  û dilsazoya bi şehîdan re berz kirin.

Ciwan di nav kolanên sûka navendî de meşiyan û li Qada Meclisa Şehîd Hanî Alîs a ciwanên Tebqayê kom bûn û daxuyaniyek dan. Daxuyanî ji hêla hevseroka Yekitiya Werzîşê ya Tebqayê Şeze El-Mihemed ve hate xwendin.

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku êrişa artêşa Tirk a dagirker ji ber sorbûna wê ji serkeftina projeya neteweya demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyê û piştî rizgarkirina herêmê ji çeteyên DAIŞ`ê û daxwaza wê ji bo ku komploya 20 salan berdewam bike ya ku di encamê de  Rêver Abdullah Ocalan hate girtin, hatin.

Her wiha berxwedana şervanên Hêzên Sûriye Demokratîk di Berxwedana Rûmetê de li tevahiya eniyên berxwedanê de li hember artêşa Tirk a dagirker û çeteyên silav kirin. Komkujiyên artêşa Tirk a dagirker, darvekirinên meydanî, talankirina milkên sivîlan, lîstina bi cenazeyê Amara şermezar kirin.

Ciwanan di daxuyaniyê de ragihandin ku ew hemû lihevkirinên dewletên mezin red dikin eger nekevin xizmeta berjewendî û hêviyên gelan di azadî û wekheviyê de.

Di dawiyê de ciwanên Tebqayê sefberiya li rex Hêzên Sûirye Demokratîk heta rizgarkirina tevahiya herêmê ji çeteyan ragihandin.

(şx)

ANHA