Şêniyên Helebê êrîşên dagirkeriyê û rêkeftinên li ser hesabê gelê Sûriyê red dikin

Bi hezaran şêniyên bajarê Helebê xwepêşandaneke piştgiriya şênyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê re organize kirin û êrîşên artêşa Tirk a dagirker û rêkeftinên li ser hesabê gelê Sûriyê şermezar kirin.

Şêniyên Helebê êrîşên dagirkeriyê û rêkeftinên li ser hesabê gelê Sûriyê red dikin
Şêniyên Helebê êrîşên dagirkeriyê û rêkeftinên li ser hesabê gelê Sûriyê red dikin
Şêniyên Helebê êrîşên dagirkeriyê û rêkeftinên li ser hesabê gelê Sûriyê red dikin
Şêniyên Helebê êrîşên dagirkeriyê û rêkeftinên li ser hesabê gelê Sûriyê red dikin
Şêniyên Helebê êrîşên dagirkeriyê û rêkeftinên li ser hesabê gelê Sûriyê red dikin
Şêniyên Helebê êrîşên dagirkeriyê û rêkeftinên li ser hesabê gelê Sûriyê red dikin
Şêniyên Helebê êrîşên dagirkeriyê û rêkeftinên li ser hesabê gelê Sûriyê red dikin
24 cotmeh, 2019   16:25
HELEB

Bi durişmeya `` li dijî dagirkeriya Tirk serî hildin… wan ji hemû xaka Sûriyê derxînin``, bi hezaran şêniyên herdu taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên bajarê Helebê, daketin xwepêşandanê û êrîşên dewleta Tirk a dagirker li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê, her wiha rêkeftinên li ser hesabê gelê Sûriyê çêdibin, şermezar kirin.Xwepêşandan ji pêşiya hola civînan a rojavayê taxa Şêxmeqsûd destpê kir û di nava durişmeyên silavkirina berxwedanê û şermezarkirina dagirkeriya Tirk, di kolanên sereke yên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê re, heta çerxeyêya duwem a Eşrefiyê meşiyan.

Beşdarên xwe pêşandanê, wêneyên komkujiyên dewleta Tirk a dagirker derheqê sivîlan de pêkanîne, hilgirtibûn. Herwiha wêneyên şehîdên Berxwedana Rûmetê û pankartên bi nivîsên``Na ji qirkirinê re..Na ji dagirkeriyê re, Erdogan kaniya xwînê ye, bijî berxwedana QSD`ê``, hilgirtibûn.

Li çerxeriya duwem a Eşrefiyê, deqeyeke rêzgirtinê hate lidarxistin û gelek axaftin hatin pêşkêşkirin. Li ser navê Kongra Star, endama rêveber Hêvîn Silêman axivî û êrîşên dewleta Tirk a dagirker li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê û dagirkirina xaka Sûriyê şermezar kir û got ku ev êrîş îradeya gelên Sûriyê hedef digre.

Hêvîn Silêman, her wiha destnîşan kir ku tevahiya dewletên ku destwerdanê di karûbarên Sûriyê de dikin, naxwazin aloziya Sûriyê çareser bibe, lê belê li ser hesabê gelê Sûriyê rêkeftinan pêk tînin. Her wiha tekez kir ku divê gelên Sûriyê bibin yek û dûrî aliyên derve aloziyê çareser bikin û got ku aliyên derve ji bo pêkanîna berjewendiyên xwe di Sûriyê de, dikevin nava liv û tevgeran.

Paşê du daxuyanî hatin xwendin. Yek ji aliyê Meclîsa Jina Sûriyê , berdevka şaxê Helebê Heyfa Hesen pêşkêş kir û ya din jî ji aliyê Pêkhateya Erebî, Hena Bekdaş pêşkêş kir.

Di daxuyaniyan de hate tekezkirin ku, dewleta Tirk a dagirker ji bo nûjenkirina serdema dewleta Osmanî tevdigere û hate gotin ku pilanên Erdogan pilanên destdirêjî û dagirkeriyê ye, çeteyên Sûriyê û terorîstan ji destdirêjiyên xwe re, bikar tîne.

Her wiha hate tekez kirin ku divê gelê Sûriyê ji bo seknandina komkujiyên Tirkiyê bibin yek, ``biratiya gelan misogeriya derkirina dagirkeran e.``

Xwepêşandan bi siloganên silavkirina Berxwedana Rûmetê û banga yekîtiya gelan, bi dawî bû.

(rr)

ANHA