Nerazîbûnek gelêrî ji her lihevkirinekê ku destkeftiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê tehdîd dike

Pêkhateyên Qamişlo teqez kirin ku ew her lihevkirinek girêdayî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û destkeftiyên herêmê dikin xeteriyê red dikin û pêwîstiyêa derxistina dagirkeriya Tirk ji Sûriyê destnîşan kirin.

Nerazîbûnek gelêrî ji her lihevkirinekê ku destkeftiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê tehdîd dike
Nerazîbûnek gelêrî ji her lihevkirinekê ku destkeftiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê tehdîd dike
Nerazîbûnek gelêrî ji her lihevkirinekê ku destkeftiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê tehdîd dike
Nerazîbûnek gelêrî ji her lihevkirinekê ku destkeftiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê tehdîd dike
Nerazîbûnek gelêrî ji her lihevkirinekê ku destkeftiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê tehdîd dike
24 cotmeh, 2019   16:06
QAMIŞLO

Bi sedan şêniyên bajarê Qamişlo sersaxî ji malbatên şehîdên; fermendarê Hêzên Antî Terorê Tolhildan Zagros bi rastnav Egîd Mehmûd ê ku di 20`ê Cotmehê de li navçeya Eyn Îsayê şehîd bûye,. şervanê Hêzên Sûriye Demokratîk Şivan Rohat bi rastnav Yûsif Nebî yê ku di 11`ê Cotmehê de li bajarê Serêkaniyê şehîd bûye. şervanê Hêzên Sûriye Demokratîk Cûdî Feraşîn bi rastnav Behcet Anco yê ki di 14`ê Cotmehê de li bajarê Serêkaniyê şehîd bûye re xwestin.

Nûnerên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a herêma Cizîrê, nûnerên partiyên kurdî, erebî û suryanî, endamên Saziya Malbatên Şehîdan, saziyên civaka sivîl, Hêzên Leşkerî û Ewlekariya Hundirîn tev li merasîna sersaxiyê bûn.

Konê çalakiyê bi wêneyên şehîd Tolhildan Zagros, Şivan Rohat û Cûdî Feraşîn û alên Hêzên Sûriye Demokratîk û Hêzên Antî Terorê hate xemilandin.

Di bin konê sersaxiyê de gelek axaftin ji hêla Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a herêma Cizîrê, pêkhateya Suryan, kantona Qamişlo û hêzên leşkerî ve hatin kirin. Axaftvanan fedekariyên mezin ên ciwanên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li hember çeteyên Cebhet El-Nusra û DAIŞ`ê û niha artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê bi bîr xistin.

Her wiha diyar kirin ku hêzên mezin mîna Rûsya û Amerîka bi dewleta Tirk a dagirker re lihev dikin. her lihevkirinek divê destkeftiyên herêmê neke xeteriyê tevî ku pêwîste artêşa Tirk a dagirker ji herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê derkevin.

(şx)

ANHA