Dayikên şehîdan: Me rêya xwe hilbijartiye û dê li dijî faşîzmê bi ser bikevin

Dayikên şehîdan êrişên artêşa dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermzar kirin û wiha gotin: "Me rêya xwe hilbijartiye û em ê bi ser bikevin. Ji ber ku zarokên me destanên lehengiyê nivîsandine."

Dayikên şehîdan: Me rêya xwe hilbijartiye û dê li dijî faşîzmê bi ser bikevin
24 cotmeh, 2019   09:58
HELEB – MIHEMED EBDO

Bertekên gel der barê êrişên artêşa Tirk a dagirker ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de zêde dibin. Der heqê mijarê de dayikên şehîdan êrişên dagirkeriyê şermezar kirin.

Dayika şehîd Reşîd, Nehle Reşo êrişên dewleta Tirk şermezar kirin û wiha anî ziman: "Ji bo parastina mafên me ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê hewl dide binpê bike, em dudilî nabin û dê her tiştî bikin."

Nehle wiha domand: "Ji bo parastina rûmet û xaka xwe, dixebitin û eger mirovatî li cîhanê hebe, bila bi rastî desteka me bike. Daxuyaniyên wan ne kêm û ne jî tiştekî zêde dike û piştrast dikin ku dê di berxwedana xwe de dewam bikin."

Her wiha dayika 2 şehîdên azadiyê, Mewlîde Hibo axivî û wiha da zanîn: "Me rêya xwe hilbijartiye û gavekê jî paşve naavêjin û em ê bi ser bikevin. Ev axa me ye. Çi dibe bila bibe ji bo parastina wê em amade ne."

Mewlîde wiha domand: "Têkoşîna me dewam e û em ê bi ser bikevin. Ji ber zarokên me destanên lehengiyê nivîsandin da ku parastina vê axê bikin."

Endameke Meclisa Malbatên Şehîdan Qedriyê Heyder jî wiha got: "Em piştevanê zarokên xwe yên YPG û YPJ’ê dikin."

Qedriyê bang li hemû pêkhateyên gelê Kurd kir ku serî hildin û piştgiriya birayên xwe yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bikin, da ku planên Tirkiyê têk biçin.

(jo)

ANHA