Rêveberiya Xweser ji bo koça dawî ya Ebdulhemîd Hec Derwîş peyama sersaxî da

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo koça dawîn a Sekretêrê Giştî yê Partiya Demokratîk a Pêşverû a Kurd Sûrî re, peyama sersaxî da.

Rêveberiya Xweser ji bo koça dawî ya Ebdulhemîd Hec Derwîş peyama sersaxî da
24 cotmeh, 2019   09:34
EYN ÎSA

Vê sibê Sekretêrê Giştî yê Partiya Demokratîk a Kurdê Sûriyê Abdulhemîd Hac Derwîş(89) koça dawî kir. Komîteya Navendî ya partiyê diyar kir ku dê sibe di saet 10 sibê, li gundê Qermanê yê girêdayî navçeya Dirbêsiyê were veşartin. Gundê Qermanê cihê ji dayîk bûna secretêr Hemîdê Hec Derwîş e.

Rêveberiya Xweser bi peyamekê sersaxî ji partî û malbatê re xwest

Peyama sersaxiyê wiha ye:

"Bi boneya koça dawîn a Sekretêrê Partiya Demokratîk a Kurdê Sûrî, mamoste, têkoşer û kesayeta neteweyî Abdulhemîd Derwîş, Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê sersaxiyê dixwaze."

(eh)

ANHA