Ehmed Îbarahîm :Em ê dengê rastiyê ragihînin

Endamê Ragihandina Heyva Sor a Kurd Ehmed Îbrahîm tekez kir ku dewleta Tirk a dagirker rojnemevanan hedef dike û got “Em ê dengê rastiyê raghînin “.

Ehmed Îbarahîm :Em ê dengê rastiyê ragihînin
23 cotmeh, 2019   04:26
HESEKÊ

Di 9’ê Cotmehê de artêşa Tirk a dagirker êrîş li dijî gelê Bakur û Rojhialtê Sûriyê da destpêkirin, îro jî Berxwedana Rûmetê dikeve roja xwe ya 14’an de .Endamê Ragihandina Heyva Sor a Kurd Ehmed Îbrahîm bal kişand li ser hedefgirtina rojnemevanan û got ” Erka me ya sereke derxistina rastî û hovîtiya dewleta Tirk e."

‘Dewleta Tirk di êrîşan de jin û zarokan dike hedef ‘

Ehmed diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker di êrîşên xwe de jin û zarokan hedef dike û wiha dom da axaftina xwe: “Dewleta Tirk a dagirker komkujî di der heqê sivîlan pêk dianî , li Serêkaniyê û Girê Spî me bi çavên xwe dît çawa ku artêşa Tirk malên Sivîlan bi tank ,top û belafiran bombebaran dike .Em jî wekî rojnemevan ji ber ku me hewlda ku em rastiyê ji raya giştî re raghînin ji aliyê Artêîşa Tirk  dihatin hedefgirtin .”

‘Erka me ya sereke derxistina rastî û hovîtiya dewleta Tirk e ‘

Ehmed di dewama axaftina xwe de wiha got “Arêşa Tirk a dagirker endamên me yê Heyva Sor jî hedef girtin, ji ber ku bi erkê xwe yî mirovî û exlaqî radibûn û dixwestin xwe bighînin birîndaran û wan tedawî bikin, me jî wekî ragihandina Heyva Sor van bûyeran me şopand ji bo ku em bikaribin rûyê rast yê Tirkiyê derxînin .Erka me ya sereke derxistina rastî û hovîtiya dewleta Tirk ,em şopdarê rêhevalê xwe ne .”

‘Artêşa Tirk agirbestê binpêdike ‘

Ehmed got “heya niha  200 sivîl birîndar û 85 jî şehîd bûn .Di 18’Cotmehê de qaşo agirbest hat îlankirin, lê artêşa Tirk a dagirker agirbestê binpêkir û sivîlan jî  dike hedef, piştî agirbestê heya niha 23 şehîd û 27 jî birîndar bûn ,şer ta van kêliyan jî nehat raewstandin kêlî bi kêlî birîndar û şehîd tên Nexweşxaneya Şehîd Lêgerîn .

Ehmed axaftina xwe wiha bi dawî kir “Tevî hemû êrîşên dijwar ên li ser rojnemevanan em hewl didin ku xwe bighînin cihê bûyerê û rastiya ku diqewime ji raya giştî ya cihanê re eşkere bikin “.

ANHA