Soçî: Lihevkirina meşandina dewriyên hevpar li Bakurê Sûriyê

Her du aliyê rûs  û  tirk li hev kirin ku dewriyên hevpar li Bakurê Sûriyê ji saet 12:00`an şeva 23`yê Cotmehê bimeşînin. Pûtîn li ser pêwîstiya diyaloga di navbera rejîma Sûriyê û hêzên kurdî li Bakurê Sûriyê de teqez kir.

Soçî: Lihevkirina meşandina dewriyên hevpar li Bakurê Sûriyê
22 cotmeh, 2019   18:29
NAVENDA NÛÇEYAN

Her du aliyên rûs û tirk beriya çenda kêliyan kongreyek çapemeniyê li bajarê Soçîyê piştî civîna di navbera serokê Rûsyayê Vladimir Putin û serokkomarê Tirkiyê Receb Tayyîb Erdogan de li dar xistin.

Vladimir Putin di axaftina xwe de di kongreyê de pêwîstiya yekitiya axa Sûriyê destnîşan kir û got: "Pêwîste diyalogek giştî di navbera kurdan û hikumeta Sûriyê de ji bo çareserkirina aloziya Sûriyê destpê bike."

Ji aliyê xwe ve wezîrê derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov di kongreya çapemeniyê de axivî û got: “Polîsa leşkerî ya rûsî û yekîneyên artêşa Sûriyê dê di nîvê şeva 23`yê Cotmehê de derbasî herêma operasyona Tirkiyê li Bakurê Sûriyê bibin.”

Sergey Lavrov destnîşan kir ku Moskova û Enqere li ser mekanîzmeya çavdêriyê girêdayî Sûriyê lihev kirine. Rûsya û Tirkiyê dê dewriyên hevpar li herêma “ewle” li Bakurê Sûriyê bimeşîne.

Deh bendên lihevkirina Soçiyê wiha ne:

Her du alî yekitiya axa Sûriyê û ewlehiya neteweyî ya Tirkiyê dibarêzin.

Her du israra xwe ji bo sekinandina li hember terorê li axa Sûriyê teqez kirin.

Di vê çarçoveyê de rewşa herêmê li gel operasyona Kaniya aştiyê dê mîna xwe bibîne.

Her du alî girîngiya lihevkirina Edeneyê teqez dikin û Rûsya dê lihevkirinê di şertûmercên heyî de pêk bîne.

Roja 23‘yê Cotmehê ji saetan 12.00‘an ve, polîsên Rûs û parêzvanên sînor ên Sûriyê, ji bilî herêmên operasyona “Kaniya Aştiyê” dê derbasî herêmên din bibin û

 dê prosesa vekişîna hêzên kurdî di 150 saetan de peyda bike.

Piştî wê dê dewriyên hevpar tirkî-rûsî li herêmê ji bilî Qamişlo destpê bikin.

Her du alî dê tevahiya girtekên pêwîst di sekinandina li hember terorê de bigirin.

Dê her du alî rolek di vegera penaberan de bi dildarî bilîzin.

Dê mekanîzmeyek hevpar ji bo çavdêriya pêkanîna lihevkirinê ava bibe.

Dê her du alî kar bikin ji bo ku çareseriyên siyasî ji aloziya Sûriyê re di çarçoveya Astaniyê de bibînin û dê desteka karê komîteya destûra sûriyê bikin.

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Hêzên Sûriye Demokratîk heta niha tu daxuyanî girêdayî lihevkirina Soçiyê nedane.

(şx)