OPCW wê li ser îddiayên çekên kîmyewî bisekine

Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî (OPCW) diyar kir ku îddia hene ku Tirkiyeyê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çekên kîmyewî bi kar aniye û ew ê li ser van îddiayan bisekinin.

OPCW wê li ser îddiayên çekên kîmyewî bisekine
22 cotmeh, 2019   16:21
NAVENDA NÛÇEYAN

Rêxistina Bila Çekên Kîmyewî Werin Qedexekirin (OPCW) maîlek şandiye ji AFP’ê re û gotiye ku “Pisporên OPCW’ê wê li ser îddiayên çekên kîmyewî yên li Bakurê Sûriyeyê bisekinin.”

Hate diyarkirin ku OPCW’ê heta niha tu lêpirsîn nedaye destpêkirin û rewşê dişopînin.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku “Pisporên OPCW’ê li ser îddiayên bikaranîna çekên kîmyewî agahiyan kom dike.”

17’ê Cotmehê de konsolosê Tirkiyeyê Şaban Dîşlî 30 hezar eûro bexş dabû saziyê û tê diyarkirin ku ev tê wateya bertîlan. Çalakgeran roja Sêşemê li ber OPCW’ê çalakî li dar xistibûn û ji rayedaran xwestin ku bila vê rewşê zelal bikin.