Koçberên Kampa Newroz û rêwîtiya du salan

Koçberên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê yên ku di Kampa Nerwoz de dimînin gotin: “Em hêvî dikin vegerin malên xwe. Em  bang li saziyên navneteweyî dikin ku  mudexele bikin û azarên wan bidawî bikin.”

Koçberên Kampa Newroz û rêwîtiya du salan
Koçberên Kampa Newroz û rêwîtiya du salan
Koçberên Kampa Newroz û rêwîtiya du salan
Koçberên Kampa Newroz û rêwîtiya du salan
Koçberên Kampa Newroz û rêwîtiya du salan
6 sibat, 2020   06:06
QAMIŞLO-NECBÎR OSMAN-ÎSAM ABDULLAH

Hejmara koçberan di Kampa Newroz de gihaşt 62 malbatên herêmên ku Tirkiyê û çeteyên wê dagir kirine, ne. Bi taybet herêmên Serêkaniyê û Girê Spî. Lê di nav koçberan de hinek kes hene ji du salan ve ji destpêkirin êrişên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ve li ser  Efrînê  azaran dikişînin.

Ebdulqadêr Bîlal mîna bi hezaran şêniyên Efrînê ji ber binpêkirinên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê koçber bûye.

Ebdulqadêr Bîlal destpêkê ber bi kantona Şehbayê ve koçber dibe. Piştre diçe Kobanê. Di dawiyê de li Serêkaniyê bi cih dibe. Lê carek din rêwîtiya koçberiyê ya tehl tam dike. Careke din ji ber êrîşên dagirkeriya Tirk a li ser Serêkaniyê di 9`ê Cotmeha 2019`an de   neçar dimîne koçber bibe.

Bîlal  rewşa xwe wiha vegot: "Tevî şertên heyî lê rewşa me baş e. Pêdiviyên bingehîn di nav kampê de peyda dibin. Rêveberiya Xweser û Rêveberiya Kampê tevahiya daxwazên me peyda dikin. Lê em tercîh dikin ku vegerin axa xwe Efrînê."

Bîlal bêdengiya navneteweyî li hember binpêkirinên Tirkiyê û komên çete yên girêdayî wê li Efrînê, Serêkaniyê û Girê Spî şermezar kirin û got: "Saziyên navneteweyî tenê mîna temaşeker li binpêkirinên Tirkiyê û çeteyên wê dinerin."

Leyla Abdullah ji şêniyên bajarê Efrînê ye. Ji ber binpêkirinên dagirkeriyê neçar ma ji Efrînê koçber bibe û li Serêkaniyê bicih bibe. Piştî dagirkeriya li Serêkaniyê neçar ma dîsa koçber bibe.  Girêdayî mijarê dibêje: "Em neçar man ji Efrînê ber bi Şehbayê ve koçber bibin. Piştre em hatin Serêkaniyê ji bo ku em dest bi jiyanek nû bikin. Em li Serêkaniyê bi cih bûn. Me debara xwe bi rêya çandiniyê peyda dikir. Lê ji ber topbaran a Tirkiyê ya hovane li ser Serêkaniyê em carek din neçar man koçber bibin. Ev 4 mehe em li Kampa Newroz in. Rewşa em li kantonê hinekî baş e. Rêberiya Kampê tevahiyên pêdiviyên koçberan peyda dikin ji sotemenî û madeyên germkirinê.  Lê ew têra pêwîstiyên me nake. Ji ber ku zivistana îsla gelek sar e.”

Leyla hêvî dike ku Efrîn rizgar bibe û vegere warê xwe.

Endama rêveber a Kampa Newroz Dîcle Mihemed got: "Di destpêka Hezîrana borî de Êzidiyên Şengalê yên ku di kampê de vegerîn Şengalê. Lê piştî êrişên artêşa Tirk a dagirker di Cotmehê de yên li ser  Serêkaniyê û Girê Spî bi hezaran şênî ji warên xwe koçber bûn û berê xwe dan bajar û bajarokên herêma Cizîrê. Rêveberiya Xweser jî kampên herêmê ji nû ve sererast kirin. Di nav de Kampa Newroz. Heta niha 62 malbat gihaştin kampê. Her ku diçe hêjmar zêde dibe."

Dîcle wiha domand: "Kamp têra hezar û 300 malbat dike. Rêveberiya Xweser bi koordîneya Heyva Sor a Kurd pêdiviyên koçberan peyda dikin."

Dîcle destnîşan kir ku miqdara alîkariyên ku rêxistinên navneteweyî dikin kêm e, ruxmî ku soz dan alîkariyan pêşkêş bikin.

Di dawiyê de Dîcle Mihemed bang li rêxistinên navneteweyî kir  alîkariyan ji koçberên ku neçar mane ji ber êrişên Tirkiyê û çeteyên wê koçber bibin re, pêşkêş bike.

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/7pYiNKOBzps" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>