Jinên cîhanê li dijî dagirkeriyê dibêjin: Rojava ya me ye

Jin, li çar aliyê cîhanê li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li hemberî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi dirûşmeya "Şoreşa Rojava şoreş jinê ye, şoreşa jinê şoreşa min e" di nav çalakiyan de ne.

Jinên cîhanê li dijî dagirkeriyê dibêjin: Rojava ya me ye
22 cotmeh, 2019   06:23
NAVENDA NÛÇEYAN

Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, li Rojhilata Navîn li dijî hişmendiya ku jinê mehkûmî tariyê dike bûye kaniya xeta azadîxwaziya jinan.

Rêveberiya Xweser, ku pergala xwe li ser vê esasê damezrandiye, di sedsala 21‘an de bi awayekî modeleke jiyanê bûye qada şoreşa jinê. Ev jin, jinên YPJ'ê yên di çeperên şer de ne. Van jinan, bi pergala hevserokatiyê bi temsiliyeteke wekhev di siyasetê de cihê xwe girtine û di her qadê de bi xwe-rêxistinbûniya xwe avakirine. Her wiha, pergala xwe ya komînal a aborî damezrandine, bi xwe-rêxistiniyê li hemberî şîdeta derve û xwecihî parastina xwe ava kirine û di xeta azadiyê de afirandina şoreşa xwe esas girtine.

 

Êrîş li dijî modela jiyana nû ye

Li Rojhilata Navîn, ji destpêkê ve du dijminên vê modela jiyana nû hebûn. DAİŞ û dewleta Tirk her tim li dijî bûn. Ev herdu, bi îdeolojî û pratîka xwe ji heman armancê re xizmetê dikin. Esas, merov ji vê re raste rast bêje sîstema Erdogan-DAİŞ wê hê rasttir be. DAIŞ, li cihên ku dagir dikir îdeolojiya Erdogan pêkdanî.

Wexta ku li Mûsîlê êrîş destpê kir û bi Şengalê re gav bi gav li hemî Sûriyê belav bûyî, yê li hemberî jinan pergala koledariyê ferz kirî û qetlîamên mezin kirî DAIŞ bû. Lê, yê ku ji bo van êrîşan lojîstîk û çete peyda dikir jî Erdogan bû. DAIŞ'e pişta xwe bi Erdogan germ dikir. Ji ber vê yekê çeteyên ku tevlî DAIŞ'e dibûn ji sedî 90 ji sînorên Tirkî derbas dibûn. Ji xwe, ev yek bi serê xwe delîla yekbûna DAIŞ û dewleta Tirk e.

Li dijî vê pergala tarî ku jin wek mekîneyên zarokanînê, ganîmetên tecawizê, milkên mêran dihatin dîtin û jin mehkûmî sînorên malên dikir bi pêşengiya YPJ, berxwedaniyeke bêhempa hate kirin.

 

Hêviya jinên di çarşefên reş de mehkûm bûyîn: YPJ

Ji Kobanê heya Reqayê jinan, wan çerşefên reş ku li ser wan hatî ferzkirin bi tîlîliyan şewitandin û jinên YPJ'ê bi eşqeke mezin pêşwazî kirin. Her wiha li Dêrazorê, yên ku serweriya DAIŞ'e şikandin piranî jin bûn.

 

Jinan li her derê dengê xwe bilind kir

Ji lewma, jinên cihanê destkeftiyên YPJ'ê û Şoreşa Rojava'yê wek destkeftiyên xwe dîtin. Piştgirî dan, dengê xwe bilind kirin û dest dan.

Piştî ku DAIŞ bi pêşangiya jinê têk çû, vê carê Erdoganê ku aqilmendê DAIŞ'ê bû li dijî şoreşa jinê dest bi erîş û gefan kir. Ji xwe belge û peymanên dizî yên ku ketin destê raya giştî, derxiste holê ku hêza li pişt DAIŞ'ê dewleta Tirk û Erdogan bû. Hemî dewletên cîhanê jî bi vê rastiyê zanîbûn. Erdogan, dewleta Tirk û çeteyên wan piştî ku hêza wan ya li qadê DAIŞ têk çû, vê carê raste rast dest bi êrîşan kir. Pêşî Efrîn dagir kir û paşî jî ji bo ku dagirkeriya xwe belav bike kete tevgerê.

 

Jin li qada ne

Erdogan, bi bazarên genî yên bi kesên wek wî dijminên jinan û hêzên emperyal in re 9'ê Cotmehê li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dest bi êrîşên dagirkeriyê kir.

Jinên cîhanê ku hê ji destpêka Şoreşa Rojava ve piştgirî didane xeta azadiya jinê, bi êrîşên dagirkeriyê re ketin tevgerê û banga 'dagirkeriyê bisekinînin' li qadan cihê xwe girtin. Bi vî hawî dîsa îspat kirin ku jin bingeha Şoreşa Rojava ye.

 

Cher: Em dibine hevkarên komkujiya Kurdan!

Yek ji wan kesên ku li hemberî êrîşên dagirkeriyê bertek nîşan dayî stranbêja Amerîkî ya li cîhanê navdar Cher (Cherilyn Sarkisian) bû. Cher, bertekên xwe wisa diyar kir: "Ji 11 saliya xwe ve ez dizanim ku Tirkên xwînmij 2 milyon Ermenî çawa bi êşkenceyan kuştine. Leşkerîn Tirk ji xwînê hîn jî têr nebûne. A niha jî wê bi alîkariya Trump qira Kurdan bînin."

 

Ji 250 zanistî helwesta hevpar

Janet Biehl'ê ku li ser ekolojiya civakî, komunalizm û ekofemînîzmê xebatan dimeşîne bi 250 artîstên navdar, akademîsyen û zanistan re li hemberî êrîşên li ser Rojava hat gel hev û li dijî şer helwesteke hevpar nîşan da.

 

Şirîn Ebadî: Divê em bibin dengê Rojava

Parêzvanê mafên mirovan Şirîn Ebadî ya ku di heman demê de xwediyê xelata Nobelê ya aşitiyê ye, daxwiyakirin ku tu rewabûna êrîşên dewleta Tirk nîn e û wiha pê de çû: "Divê em bibine dengê gelê Rojava."

 

Almanya

Li peytexta Almanyayê Berlînê jî, jinên femînîst yên ku balafirgehê îşgal kirin, êrîşên dewleta Tirk protesto kirin. Jinan, di nava balafirgehê de li ber şîrketa balafiran ya Tirkî (Türk Hava Yolları), demeke dirêj dirûşimên li dijî dewleta Tirk avêtin, ji çapemeniya cîhanê re banga piştgiriya Rojava kirin û jê xwestin ku êrîş rawestin.

 

Îrlanda

Ji 200'î zêdetir femîstên Îrlandî name ji gelê Rojava re şandin û gotin, ''Em bang li hemû femînstên cطhanê dikin ku piştgiriyê bidine xwهşkên me, hevalên me û hevrêyên me. Ji bo Rojava rêxistinî bibin, bimeşin, biqêrin, şer bikin û geş bibin.''

#FridaysFoPeace- aktivistên avûhewayê ku bi asta cîhanê li dijî dagirkeriya Rojava protesto kirin, bi asta cîhanê ji bo ku şerê li Rojava raweste çalakî kirin.

 

Arjantîn

 

Li Arjantînê jî dagirkerî hate şermezarkirin. Bi hezaran kes li gel barana zêde jî meşiyan.

Meksîka

Li Meksîkayê jî jinên dostên Kurdan dagirkerî şermezar kirin. Bi sedan kes meşiyan û gotin: "Qirkirinê rawestînin!"

 

Îsraîl

Welatekî din ku bi rojane çalakî lê didomin Îsraîl e. Dostên Kurdan bi rojane dagirkeriya Tirk a li ser Rojava şermezar dikin. Hunermenda bi navê Hadasahh Yîshûrûn piştgiriya xwe li ya Kurdan diyar kir û got, ''Ez stranbêjeke Kurd a Îsraîlî me. Piştgiriyê didime Kurdistanê û Rojava. Ez dixwazim civaka navnetewî Erdoganê Hîtler niha bigire. Ji ber ku ew xwîşk û birayên me dikuje.''

 

Sirbîstan

Li paytexta Sirbistanê Belgradê jinên femînîst hatin cem hev, li şoreşa Rojava xwedî derketin û bi daxuyaniyekê dagirkeriya Tirk şermezar kirin.

 

Banga TJK-E'yê: jiyanê rawestînin

Tevgera Jinan a Kurd a Ewropayê (TJK-E) daxuyaniyeke niviskî da û li dijî dagirkeriya Tirk û êrîşên qirker bang kir ku jiyan were rawestandin.

 

Tirkiye û Bakurê Kurdistanê

Li dijî dagirkeriya Tirk a li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê jî jin li ser piyan bûn. Li Stenbolê Dayikên Şemiyê li dijî şer helwest nîşan dan. Li ser vê daxuyaniyê polîsan bi gaza îsotê êrîş bire ser dayikan.

Li ser sînorê Tirkiyê jî jinan ji dewleta Tirk xwestin ku dagirkerî demildest raweste. Li Nisêbînê rêxistinên jinan daxuyanî dan û dagirkerî şermezar kirin.

Li Enqere, Izmîr û Amedê jî jin derketin kuçeyan û gotin, 'şer rawestînin.''

 

Banga hunermendan: Şer rawestînin

Li aliyê dî kampanyaya îmzeya a hunermendên Tirkiyeyî ya 'şer rawestînin' dest pê kir û hunermendên mîna Denîz Turkalî, Aynûr Dogan, Julîde Kural destek dan.

Stranbêj Yeşîm Salkim bi hastga #savaşahayır destek da. Stranbêj ji ber vê parvekirinê li medyaya sosyal hate lîncekirin.

 

Li 38 welatan jin li dijî dagirkeriyê derketin qadan

Swêd, Polonya, Çekya, Yewnanîstan, Spanya, Almanya, Belçîka, Fransa, Qibirs, Efxanîstan, Pakîstan, Hindistan jî di nav de li 38 welatan jin li djî dagirkeriyê derketin qadan û xwestin ku dagirkerî biqede.

ANHA