Rêveberiya Kampa El-Mehmudlî: Kamp li hember kerastê ye

Rêveberiya Kampa El-Mehmudlî ya gundewarê Tebqayê bang li Konseya Karûbarên Penaberan û rêxistinên navdewletî kir ku pêwîste berê xwe bidin kampê ji bo ku pêdiviyên zêdetirî hezar û 300 koçberên ku ji êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê koçber bûne peyda bikin.

Rêveberiya Kampa El-Mehmudlî: Kamp li hember kerastê ye
Rêveberiya Kampa El-Mehmudlî: Kamp li hember kerastê ye
Rêveberiya Kampa El-Mehmudlî: Kamp li hember kerastê ye
Rêveberiya Kampa El-Mehmudlî: Kamp li hember kerastê ye
Rêveberiya Kampa El-Mehmudlî: Kamp li hember kerastê ye
Rêveberiya Kampa El-Mehmudlî: Kamp li hember kerastê ye
22 cotmeh, 2019   05:46
TEBQA-UDEY EL-EHMED

Ji ber êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi hezaran malbat tevî koçberên Kampa Eyn Îsayê koçber bûn û di nav herêmên cuda de belav bûn. Di nav kampa ku dikeve bakurê Reqayê de derdora 10 hezar koçber diman. Ji ber hedefgirtina artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê û piştî ku şewitandin kamp hate valakirin.

Kampa El-Mehmudlî ya ku dikeve bakurê bajarê Tebqayê derdora 5 hezar û 500 koçber ji tevahiya erdnîgariya Sûriyê di nav de dimînin. Deriyên xwe ji bo pêşwazîkirina hezar û 300 koçber vekir. Di nav 300 malbat li ser erdê kampê bê stargeh li gel şertûmercên dijwar dimînin. Rêxistinên navdewletî û rêxistinên xêrxwaziyê alîkariya wan nakin. Li gel derfetên rêveberiya kampê yên gelek zaîf, rêveberiyê hişyarî ji pêkhatine kerastek mirovî ji ber hejmara zêde ya koçberan da.

Rêveberiya giştî ya Kampa El-Mehmudlî diyar kir ku hêza kampê têrê nake ku malbatên ji Kampa Eyn Îsayê tên pêşwazî bike. Girêdayî mijarê endamê rêveber Ebdulhedî El-Ebid got ji ber tunebûna konan, rêveberiya kampê neçar ma malbatan di mizgeft, dibistan û dikanên kampê de li gorî 5 beşan bi cih bike. Her wiha destnîşan kir ku bi dehan malbat li qadên kampê de ji ber tunebûna cih li ser erdê dimînin.

Rêveberiya Kampê teqez kir ku ji ber ku tevahiya rêxistinên navdewletî yên ku di nav kampê de kat dikin bernameyên xwe piştî êrîşan taloq kirine, xebatên tenduristiyê tune ne.

Rêveberiya Kampê bang li Konseya Karûbarên Mirovî kir ku pêwîste berê xwe bidin kampê û bi lez pêdiviyên malbatên ku têne kampê peyda bikin bi taybet li gel ku zivistan nêz dibe û jiyana koçberan tehdîd dike.

Di 13`ê Cotmehê de Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo parastina jiyana zêdetirî 10 hezar koçber û piştî bombebarana balafiran û topbarana artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê tevî alîkariya çeteyên DAIŞ`ê yên ku ji kampê revîne, Kampa Eyn Îsayê li gundewarê kantona Girê  Spî vala kir.

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê Kampa Eyn Îsayê piştî ku çeteyên DAIŞ`ê ji kampê revandin, şewitandin. Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê destnîşan kir ku 785 çeteyên DAIŞ`ê yên biyanî ji kampê piştî êrîşên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê revîn.

Kampa El-Mehmudlî ya ku ji hêla Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a herêma Tebqayê ve nû hate avakirin. Di nav kampê de zêdetirî hezar û 300 koçberên ku ji herêmên cuda yên erdnîgariya Sûriyê reviyane dimînin. Ew koçber ji çeteyên DAIŞ`ê reviyan û ber bi herêmên ku Hêzên Sûriye Demokratîk ve reviyan ji ber ku ji herêmên Sûriyê yên herî ewle ne.

(şx)

ANHA