Meclisa Jinan banga xilaskirina zarok û jinan ji êrîşên Tirkiyê kir

Meclisa Jin a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bang li hemû aliyên têkildar kir ku zextê li dewleta Tirk a dagirker kir bike da agirbestê bîne cih û korîdoran veke ji bo ku birîndaran ji bajêr xilas bikin.

Meclisa Jinan banga xilaskirina zarok û jinan ji êrîşên Tirkiyê kir
19 cotmeh, 2019   15:39
QAMIŞLO

Meclisa Jin a Bakur û Rojhilatê Sûriyê girêdayî rewşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê û êrîşên dewleta Tirk a dagirker daxuyaniyek da raya giştî.

Meclisê di daxuyaniyê de bang li jinên Kurdistanê û tevahiya cîhanê, NY, Konseya Ewlehiyê, Yekitiya Ewropayê, UNICEF, Komkara Erebî û gelê Kurd li Kurdistan û li derve kir ku zarok û jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê xilas bikin.

Meclisê diyar kir ku di encama berxwedana destanî ya şervanên Hêzên Sûriye Demokratîk de tevî zexta cîhanî ya ku êrîşa dewleta Tirk a dagirker li ser bajaran û hedefgirtina sivîlan li Bakur û Rojhilatê  Sûriyê şermezar kir,  DYA û dewleta Tirk gihaştin lihevkirina agirbestê. Lê tevî wê jî dewleta Tirk agirbestê binpê dike, sivîlan, rojnamevanan, dibistanan, kadroyên tenduristiyê û ambulansan bi topavêj û balafirên xwe dike hedef. Meclisê destnîşan kir ku hejmareke mezin a şehîdên sivîlan di bin enqazan de mane û birîndar di nexweşxaneya Serêkaniyê de asê mane.

Meclisê di daxuyaniyê de bang li tevahiya aliyên têkildar, civaka navdewletî û rêxistinên mafên mirovan kir ku zextê li dewleta Tirk bikin ji bo ku agirbestê bîne cih, ji tevahiya herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê vekişe, korîdorên mirovahiyê ji bo derxistina sivîlan ji bajêr vekin, dopêçê bi dawî bikin û cenazeyên şehîdan ji bin enqazan derxînin. Her wiha bang li aliyên têkildar kirin ku firîna balafiran li asîmana Bakur û Rojhilatê Sûriyê qedexe bikin û çavdêrên navdewletî tevî pisporên lêkolînkirina sûcan bişînin herêmê.

Her wiha meclisê piştevaniya tevahiya azadîxwazan û jinên cihanê ji têkoşîn û berxwedana gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê re silav kir û bang li wan kir ku berxwedana xwe û çalakiyên xwe ji bo xilaskirina jiyana zarokên Rojava û jinan bidomînin

(şx)

ANHA