‛Em ranawestin heta ku birîndar û sivîlan rizgar nekin’

 Şêniyên bajarê Qamişlo yên ku berê xwe didin bajarê Serêkaniyê diyar kirin ku kêliyekê ranawestin heta ku birîndar û sivîlên li Serêkaniyê rizgar nekin û wiha anîn ziman: "Em di rêyekê re diçin û çarenûsa xwe nizanin. Lê belê tişta em dizanin ku hedefa me eşkere ye, yan serkeftin an jî şehadet."

‛Em ranawestin heta ku birîndar û sivîlan rizgar nekin’
19 cotmeh, 2019   15:35
QAMIŞLO-SILAVA ABDUREHMAN

Da ku bersiva banga Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Koordînasyona Kongreya Star pêk bînin, şênî ji bajarê Qamişlo ber bi bajarê Til Temir ve çûn ku ber bi bajarê Serêkaniyê ve biçin da ku birîndar û sivîlên li bajêr dorpêçkirî ne, rizgar bikin. Şêniyan piştrast kir ku dewleta Tirk a dagirker li ser wan komkujiyan û sûcên şer pêk tîne.

Şêniyan diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê şêniyên ku berê xwe didin Serêknaiyê da ku birîndar û sivîlan rizgar bikin hedef digire. Her wiha gotin, ew nizanin dê bên hedefgirtin an na. Lê ew di rizgarkirina birîndar û sivîlan de bi çi temenê dibe bila bibe, bi irsrar in.

Behcet Xelîl ji şêniyê taxa Hilêliyê ya bajarê Qamişlo ye wiha da zanîn: "Îro berê xwe didin Til Temirê ku bi hêviya korîdora mirovî ne ku birîndar, zarok û jinan ji Serêkaniyê derxin. Dewletên cîhanê komployek li dijî gelê Bakur û Rojhilatê sûriyê pêk anî û pergala demokratîk dike hedef.”

‘Tirkiye agirbestê fersend digire’

Xelîl wiha lê zêde kir: "Tevî ragihandina agirbestê ya bi dema 120 saetan jî, lê belê dewleta Tirk a dagirker hê jî êrîşên xwe deqeyekê ranewestandine. Lê berovajî wê, hê bi balafiran bombebaran dike û çeteyên li Serêkaniyê û herêmên dîtir bi cih dike."

Hacer Îbrahîm Hesen a ku beriya vê derbasî Serêkaniyê bûye da ku birîndar û sivîlan rizgar bike wiha eşkere kir: "Ev ne cara yekem e ku derbasî Serêkaniyê dibim. Pir caran bi sivîlan re çûm da ku birîndaran rizgar bikim û xwînê bidim wan. Ji erka me ye ku piştgirî û piştevaniya wan bikin û li hember dijminatiyê bisekinin." 

‘Armaca me diyar e, yan serkeftin e û yan şehadet e’

Hacer diyar kir ku ew di rê de ne, nizanin çarenûsa wan çi ye, lê belê tişta ku dizanin, ew e ku armanca wan an serkeftin e an şehadet e.

Bavê şehîd Diyar, Alî Omer axivî û got: “Hejmarek birîndarên sivîl li hundirê Serêkaniyê ne, her wiha hejmarek şehîd jî di bin kavilan de ne. Em niha ber bi bajarê Til Temrê ve diçin û ji wir, da ku birîndaran xelas bikin, em ê ber bi bajarê Serêkaniyê ve biçin.” 

Alî Omer îşaret bi topbarana artêşa Tirk a dagirker kir û got: “Agirbesta ku qal dikin pêkenok e. Ew henekê xwe bi kê dikin, ma sûc û kiryarên Erdogan nabînin?. Em bi hemû hewldanên xwe destekê bidine sivîlan, ev erka hemû hemû welatiyên ku beramberî welat, gel û berxwedana bêhempa bi rihê berpirsyariyê dihesin e.”

Alî Omer soza şopandina rêya şehîdên ku bi saya wan ji çeteyên DAIŞ`ê rizgar bûne da û wiha got: “Erdogan bê exlaq û bê pîvanên mirovî ye. Dixwaze xaka me dagir bike, bi hezaran terorîstên DAIŞ, Cebhet El-Nûsra, Ehrar El-Şam û yên din derbasî xaka me bike, da ku gelê me li Bakur û Rojhilatê Sûriyê qetil bikin.”

Ji 9`ê Cotmehê ve, artêşa Tirk a dagirker bi hovîtî êrîşî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike, hemû cureyên çekên di nava cîhanê de qedexekirî ne bi kar tîne, di gel ku agirbest ragihand bajarê Serêkaniyê yê herêma Cizîrê rastî topbaranê tê.

(eh/fr)

ANHA