Şêniyên Qamişlo bangewazî bersivand û amadekariya çûna bajarê Til Temirê dikin

Şêniyên bajarê Qamişlo, amadekariya çûna Til Temirê û piştre ber bi Serêkaniyê ve dikin da ku birîndaran û sivîlên dorpêçkirî rizgar bikin. Ew jî bersivdana banga Rêveberiya Xweser û Koordînasyona Kongreya Star e.

Şêniyên Qamişlo bangewazî bersivand û amadekariya çûna bajarê Til Temirê dikin
19 cotmeh, 2019   11:52
QAMIŞLO

Da ku bersiva banga Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Koordînasyona Kongreya Star a kombûnê li bajarê Til Temir û piştre ber bi bajarê Serêkaniyê biçin da ku birîndar û sivîlên li bajêr dorpêçkirî rizgar bikin, şêniyên bajarê Qamişlo li pêş Dibistana Seqir Qureyş kom dibin.

Artêşa dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ji 9’ê Cotmenê ve, êrîşên tund û dijwar li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi tevahî cureyên çekan û heta yên qedexekirî, pêk tînin. Li bajarê Serêkaniyê yê herêma Cizîrê heta niha û tevî ku agirbest jî hatiye ragihandin, artêşa dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê êrîş û bombebaranan pêk tînin.

Artêşa dewleta Tirk a dagirker ji çend rojan ve bajarê Serêkaniyê ku tê de bi sedan sivîl û birîndar hene, dorpêç kiriye. Balafirên dewleta Tirk a dagirker, nahêlin şênî nêzî bajêr bibin û her kesê nêzîk dibe, hedef digire û heta nahêle kadroyên tenduristiyê jî derbasî bajêr bibin.

Dê karwanê şêniyên bajarê Qamişlo di saetên pêş de berê xwe bide bajarê Til Temirê.

(fr)