2 jin ji beriya 11 rojan ve di bin topbarana artêşa Tirk de ne

2 jinên ku ji Serêkaniyê ne û di hundirê bajar de li ber xwe didin, got "Em ji beriya 11 rojan ve li Serêkaniyê ne, ji ber Serêkaniyê dorpêçkirî ye, ne nan û ne av e. Em bi aramî dijiyan."

2 jin ji beriya 11 rojan ve di bin topbarana artêşa Tirk de ne
19 cotmeh, 2019   11:52
HESEKÊ

Tevî ku artêşa Tirk û çeteyên wê kolanên Serêkaniyê wêran û dorpêç kirine, hêj şênî li bajar li ber xwe didin.

Nûçegihana JinNewsê Rûken Cemal ku geşedanên li nava bajêr dişopîne, li kolanên bajêr pêrgî 2 jinan hat. Her du jin tevî malbatên xwe ku ji 7 kesan pêk tên, li bajêr mane.

Jinan wiha got: "Ji beriya 11 rojan ve em li Serêkaniyê ne, ne nan û ne derman û jî av heye. Em bi tena xwe li vir man, ji ber topbaranê em nikarin ne ji malên xwe derkevin û ne jî ji bajêr derkevin."

Jinan îşaret bi aramiya li bajarê Serêkaniyê beriya êrîşên artêşa Tirk kir û got: “Ji ber topbaranê de ka were li halê me binêre! Li vir rûniştîne xwedê heye, xwedê agirê bajarê me vemirîne. Bi îzna xwedê em ê derkevin. Em li bajarê xwe bi aştî dijiyan û tiştek tune bû.”

Berxwedana Rûmetê di roja 11’an de ye, hêj artêşa Tirk û çeteyên wê li dijî bajarê Serêkaniyê û nexweşxaneya ku birîndar û sivîl lê hene, êrîşan pêk tîne.

(eh)