Zarokên Peymangeha Sîmî bi muzîkê banga aştiyê kir

Zarokên Peymangeha Sîmî ya muzîkê ya li navçeya Tirbespiyê çend stranên gelêrî yên kurdî li naverasta bazara merkezî pêşkêş kirin.

Zarokên Peymangeha Sîmî bi muzîkê banga aştiyê kir
Zarokên Peymangeha Sîmî bi muzîkê banga aştiyê kir
Zarokên Peymangeha Sîmî bi muzîkê banga aştiyê kir
Zarokên Peymangeha Sîmî bi muzîkê banga aştiyê kir
Zarokên Peymangeha Sîmî bi muzîkê banga aştiyê kir
19 cotmeh, 2019   09:52
QAMIŞLO

Bi armanca şandina nameya aştiya gel û pêkhateyên herêmê ji raya cîhanê re, da ku aştî li herêmê mîsoger bibe û pêşeroja zarokan were avakirin, zarokên Peymangeha Sîmî ya muzîkê ya li navçeya Tirbespiyê li naverasta bazara navendî ya navçeyê, çend stranên folklora kurdî pêşkêş kirin.

Zarokê bi navê Elend Yusif ku ew jî beşdarî peyasa muzîkê bûye, ji ajansa me re destnîşan kir ku bi pêşkêşkirina vê peyasê dixwazin dengên xwe bigihînin hemû dewletên cîhanê da ku li herêmê şer rawestînin û aştiyê pêk bînin.

Elend Yusif diyar kir ku ew wek zarokên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, bang li civaka navdewletî dikin ku şer rawestînin û pêşeroja zarokan diyar bikin.

(eh)