YE: Bila dewleta Tirk hewldanên xwe bi dawî bike û leşkerên xwe vekişîne

Yekitiya Ewropayê êrîşên dewleta Tirk a dagirker dîsa şermezar kirin û ji dewleta Tirk xwest ku hêzên xwe ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê vekişîne.

YE: Bila dewleta Tirk hewldanên xwe bi dawî bike û leşkerên xwe vekişîne
18 cotmeh, 2019   08:35
NAVENDA NÛÇEYAN 

Di roja destpêkê ya civîna bilind a rêveberên Yekitiya Ewropayê (YE) de deklarasyonek der barê dagirkeriya dewleta Tirk de hate weşandin.

Di deklarasyonê de wiha hate gotin: "Konseya Ewropayê daxuyaniya DYA û Tirkiyê ya ji bo rawestandina operasyonên leşkerî not dike. Konseya Ewropayê careke din bang li Tirkiyê dike ku hewldanên xwe yên leşkerî bi dawî bike û yekîneyên xwe vekişîne."

Rêveberên YE’yê wiha lê zêde kir: "Destwerdana leşkerî ya yekalî ya Tirkiyê ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir, bû sedema êşên giran ên mirovî, têkoşîna li dijî DAIŞ'ê lawaz kir û gefeke giran li ewlehiya Ewropayê dixwe."

Her wiha rêveberên Ewropayê biryarên ji bo rawestandina lîsansên firotina çekan ji Tirkiyê re, bi bîr xistin.