Çeteyan li gundê Um Elxêr ê Serêkaniyê êrîş kir

Li gundê Emilxar ê Serêkaniyê çeteyan êrîşî şervanên QSD’ê kir. Şervanek şehîd bû û 2 şervan jî birîndar bûn.

Çeteyan li gundê Um Elxêr ê Serêkaniyê êrîş kir
18 cotmeh, 2019   08:41
NAVENDA NÛÇEYAN

Êrîşên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li dijî Bakur û Rojhiatê Sûriyê tevî lihevkirina agirbestê ya DYA û hikumeta Tirk, dewam dikin.

Çeteyên artêşa Tirk a dagirker li gundê Emilxar ê Serêkaniyê êrîşî şervanên Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) kir. Di encama êrîşê de şervanekî QSD’ê şehîd bû û 2 şervan jî birîndar bûn.

ANHA