Mijarên rojnameyên erebî – 18 Cotmeh

Rojnameyên erebî yên îro der barê agirbesta li Bakur û Rojhilatê Sûriyê û geşedanên li Yemen, Iraq û Tunisê de nivîsîn.

Mijarên rojnameyên erebî – 18 Cotmeh
18 cotmeh, 2019   08:04
NAVENDA NÛÇEYAN

El-Ereb: Cîgirê Trump ehmeqiyên Trump radiwestîne

Rojnameyên erebî yên îro der barê geşedanên li Sûriyê û bi taybet agirbesta li Bakur û Rojhilatê Sûriyê de nivîsîn.

Rojameya El-Erab der barê mijarê de wiha nivîsand: “Hevdîtina serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan bi cîgirê serokê Amerîkayê Mike Pence re, bi dawî bû û li Bakur û Rojhilatê Sûriyê agirbest hate ragihandin. Ev pêngav gelek gumanan bi xwe re tîne, ka dê Tirkiye karibe agirbestê pêk bîne yan na.”

Rojname wiha pê de çû: “Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) û Tirkiyê der barê peymana agirbesta di navbera Tirkiye û Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) de li hev kir. Ev jî ji bo Washingtonê serkeftinek e ku karîbû fişarê li Tirkiyê bike û serokê Tirkiyê neçar bike ku agirbestê bipejirîne û çareyeke navîn ku ne li gorî daxwazên Tirkan e, bipejirîne.

Ji nişka ve daxuyaniyên tûj ku serokê Tirkiyê li dijî Amerîkayê û rêveberiya wê dikirin, sar bûn. Wî destpêkê got ew pêşwaziya Mike Pence û wezîrê karên derve Mike Pompeo nake, lê paşê ji biryara xwe vegeriya û nêzî 2 saetan bi şandeya Amerîkayê re civiya.

Hevdîtina serokê Tirkiyê bi şandeya Amerîkayê re diyar dike ku ew di astengiyeke mezin de bû, bi sedema qumarbaziya wî ya li bakurê Sûriyê. Ew li tiştekî digeriya ku xwe xelas bike, çi ji ji aliyê Amarîkayê be yan ji yê Rûsyayê ve be.

Serokê Amerîkayê piştî êrîşa li bakurê Sûriyê, nameyek ji hempîşeyê xwe yê Tirkiyê re hinartibû û jê re gotibû “Xwe hişk neke, ne ehmeq be.”

Erdogan gotibû “Ez bi Pence û Pompeo re nacivim, bila Trump were ez ê pê re rûnêm.” lê paşê ji ber gefên Amerîkayê ku dê cezayan li Tirkiyê bibire, Erdogan ji biryara xwe vegeriya.

Derdorên siyasî yên Tirkiyê dibêjin ku pişta Erdogan êdî li dîwêr e, nema dikare xwe ji Amerîkayê bide alî, Amerîka jî hewl dide windahiyên wê yên piştî biryara Trump a valakirina qadê ji êrîşa Tirkiyê re, çêbûne vegerîne ku ev valahî dê rê bide Rûsyayê cihê xwe qewîn bike.

Derdor dibêjin ku serdana Pence dê derfetekê veke ku bandora “ehmeqiyên” Erdogan li ser dîmena Amerîkayê ya herêmê her wiha li ser Tirkiyê jî kêm bike. Ji ber ku eger serok Erdogan ma li ser a xwe, dê bi cezayên Amerîka yên dijwar re rû bi rû bimînin.”

Şerq El-Awsat: Griffiths der barê Yemenê de “bihêvî” ye

Der barê rojeva Yemenê de rojnameyê nivîsî: “Şandêrê navdewletî bo Yemenê Martin Griffiths ku behsa “çirûska hêviyê” kir, di mijara çareseriya aloziya Yemenê de, her wiha pesnê hewldanên Siûdiyê da ku pêşwaziya diyaloga di navbera hikumetê û meclisa demkî ya başûr de dike da ku hikumet vegere Adenê.”

Griffiths di nirxandinekê de ku bi rêya sîstemeke TV`yê ji Riyadê daye Konseya Ewlehiyê, got asta tundiyê li başûr û bakurê Yemenê kêm bûye, lê ev “sist e, pêwîstî bi lêguhdan û hişyariyê heye”. Griffiths ji Konseya Ewlehiyê re got çirûskeke hêviyê heye, “ne tenê li başûr diçirise, her wiha li bakur jî” û got “dawiyê tundî kêm bû.”

Her wiha spasiya keda Siûdiyê kir, dîsa behsa rola girîng a mîr Mihemed bin Selman kir û got ew alîgirê aştiya Yemenê ye. Griffiths daxwaz kir ku hikumet di demeke nêz de vegere Yemenê.

El-Beyan: Li Iraqê xwepêşandan… Daxwaz êdî ji xizmetguzariyê mezintir in

Rojnameyê wiha nivîsî: “Iraqî xwe amade dikin ku roja înê dakevin kolanan, piştî ku di hefteyên derbasbûyî de zêdetirî sed kesan di xwepêşandanan de hatin kuştin.

Çalakvanan diyar kirin ku daxwazên xwepêşandanên roja înê dê mijarê xizmetguzariyê derbas bikin û dê xwepêşandêr doza tunekirina gendeliyê, rawestandina desthilatdariya milîs û partiyên mezhebî û rawestandina tevliheviya li welêt, bikin.

Tê payîn ku xwepêşandanên 25`ê Cotmehê li tevahiya parêzgehên başûr û navenda Iraqê belav bibin, her wiha li paytext Bexdayê, dîse tê payin ku Iraqiyên derve jî piştgiriya xwepêşandanan bikin.

Çavdêr dibêjin ku rêveberên xwepêşandanan armancên xwe dizanin, çalakvanan got ew ne ji bo xizmetguzariyan derdikevin, lê ew reforman dixwazin û dixwazin li welêt gendelî bi dawî bibe. Ev xwepêşandan didin diyarkirin ku li ba ciwanan bîreweriyeke siyasî heye, êdî ew li dijî sisteme siyasî, ne ji bo pêdiviyên jiyanî derdikevin.

El-Imarat El-Yaum: Desteya Hilbijartinên Serokatiyê ya Tunisê serkeftina Qeys Saîd ragihand

Der barê hilbijartinên Tunisê de rojnameyê wiha nivîsî: “Desteya hilbijartinên serokatiyê yên Tunisê du encamên dawî yê dengdana tura duyemîn ragihandin. Qeys Saîd bi dengên zêde li hember Bebîl El-Qurawî bi ser ket.

Serokê Desteya Hilbijartinan a Tunisê Nebîl Bifûn di civîneke çapemeniyê de duh li paytext Tunisê got li gorî encamên dawîn ên hilbijartinan Qeys Saîd bi piraniya ji sedî 72.71 a dengan bi ser ket, Nebîr El-Qurawî jî ji sedî 27.29 deng wergirtin.