Karwanê şêniyên Cizîrê ber bi Serêkaniyê ve diçe

Şêniyên herêma Cizîrê di van kêliyan de ber bi bajarê Serêkaniyê ve diçin da ku alîkariya şêniyên bikin û sivîlên birîndar derxînin.

Karwanê şêniyên Cizîrê ber bi Serêkaniyê ve diçe
Karwanê şêniyên Cizîrê ber bi Serêkaniyê ve diçe
Karwanê şêniyên Cizîrê ber bi Serêkaniyê ve diçe
Karwanê şêniyên Cizîrê ber bi Serêkaniyê ve diçe
Karwanê şêniyên Cizîrê ber bi Serêkaniyê ve diçe
18 cotmeh, 2019   07:08
HESEKÊ

Karwanên şêniyên herêma Cizîrê di van kêliyan de ber bi bajarê Serêkaniyê ku ji aliyê artêşa Tirk a dagirker û çeteyên ve hatiye dorpêçkirin, da ku sivîlên birîndar ku di encama topbarana artêşa Tirk a daigker de birîndar bûne, derxînin.

Duh bi hezaran şêniyên herêma Cizîrê berê xwe dabûn bajar Serêkaniyê, lê  artêşa Tirk a dagirker qanûnên navdewletî yên der barê sivîlan de binpê kir û karwan topbaran kir. Ji ber metirsya ku dîsa komkujî çênebin, şênî paşde vegeriyan.

13`ê Cotemhê jî artêşa Tirk a dagirker karwanê  şêniyan herêma Cizîrê bombebaran kir û komkujiyek pêk anî. Di encam wê de 13 sivîl di nav de 2 rojnamevan şehîd bûn her wiha zêdeyî 70 sivîlên din di nav de 7 rojnamevan, birîndar bûn.

(bx)

ANHA