Giuseppe Conte ji Erdogan xwest êrîşan rawestîne

Serok wezîrê Îtalyayê Giuseppe Conte bang li serokkomarê Tirkiyê Erdogan kir ku êrîşên xwe li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê rawestîne.

Giuseppe Conte ji Erdogan xwest êrîşan rawestîne
17 cotmeh, 2019   13:35
NAVENDA NÛÇEYAN

Ajansa Esna ya îtalî ji çavkaniyan ragihand ku serok wezîrê Îtalyayê Giuseppe Conte bi rêya telefonê bi serokkomarê Tirkiyê Receb Tayyîp Erdogan re axiviye.

Çavkaniyan destnîşan kirin ku axaftin saetek dom kiriye û zimanê Giuseppe Conte gelek hêrs bû. Giuseppe Conte got êrîşa Tirkiyê li ser Bakur û Rohilatê Sûriyê nayê qebûlkirin.

Çavkaniyan behsê kirin ku Giuseppe Conte ji Erdogan xwestiye êrîşên xwe li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê rawestîne ji ber ku bi awayekî neyînî bandor li jiyana sivîlan dike.

(şx)