ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 17 . 10. 2019

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 17 . 10. 2019
17 cotmeh, 2019   04:00

-Êrîşên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, pêşketinên li ser sînor dê werin şopandin.

-Qonaxa duyemîn a Berxwedanê Serdemê ya Efrînê dê were şopandin.

-Çalakiyên şermezarkirina êrîşên dagirkeriya Tirk û çeteyên wê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê dê werin şopandin.

-Şêniyên bajarê Qamişlo ji bo şermezarkirina êrîşên dagirkeriya Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê meşekê li dar dixe. Meş ji çerxerêya Şehîd Rûbar dest pê dike û ber bi avahiya NY‘yê bi dawî dibe, saet 11:00‘an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Şêniyên Minbicê li dijî êrîşên dagirkeriya Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê dadikevin qadan, saet 11:00‘an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê têkildarî êrîşên dagirkeriya Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê civîneke çapemeniyê li bajarê Hesekê li dar dixe, saet 11:00‘an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Di encama topbarana artêşa Tirk a dagirker li ser bajarê Serêkaniyê û gundên wê zêdetirî 555 birîndar û 100 şehîdên sivîl gihaştin Nexweşxaneya Lêgerîn. Kadroyên tenduristiyê diyar kirin ku ew texmîn dikin sedema hinek şewatan çekên qedexekirî bin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Çavek bi şewat, çavek dişopîne û li benda serkeftina Hêzên Sûriye Demokratîk in. Ev halê şêniyên navçeya Girê Spî ne yên ku ji hêla artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ve hatin koçberkirin. Di şev û rojekê de veguherîn koçber. Hinek ji wan stargeh dît û hinek din jî li ser erdê dimîne. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Rojnamevanan diyar kirin ku artêşa Tirk di êrîşên xwe de rojnamevanên ku sûcên wan dişopînin dikin hedef. Her wiha destnîşan kirin ku zihniyeta dewleta Tirk ji ya DAIŞ‘ê dûr  nîne. (BI WÊNE Û DÎMEN).

POLÎTÎKA

- Nivîskarê misrî Osama El-Enîzî diyar kir ku Tirkiyê ne tenê Bakur û Rohilatê Sûriyê dike hedef lê belê timayên wê yên osmanî ji bo kontrolkirina tevahiya herêmên berhemdar hene. El-Enîzî dewletên ereb hişyar kir ku êrîşa Tirkiyê ya heyî dê tevahiyan bike hedef. (BI WÊNE).

- Endamê Kombûna Oldaran a Helebê Omer El-Şamî diyar kir ku armanca êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê ew e ji nûve zindkirina DAIŞ`ê ye û got:``Erdogan Hitlerê serdemê ye, ji bilî kuştin û wêrankirinê nizane". El-Şamî bang li gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir ku ji bo parastina xaka xwe mil bidin milên hev. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA