Lavrentiev: Êrîşên dewleta Tirk nayên pejirandin û di navbera Şam û Rêveberiya Xweser de diyalog hene

Nûnerê serokê Rûsyayê yê li Sûriyê Alexander Lavrentiev diyar kir ku êrîşên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê nayên pejirandin û muhtemel e bandorê li hevsengiya olî jî bikin. Lavrentiev bal kişand ser nabeynkariya Rûsyayê ya diyalogên di navbera Şam û Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê  Sûriyê de.

Lavrentiev: Êrîşên dewleta Tirk nayên pejirandin û di navbera Şam û Rêveberiya Xweser de diyalog hene
15 cotmeh, 2019   12:38
NAVENDA NÛÇEYAN

Ji dema ku lihevkirina di navbera rejîma Sûriyê û Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê de çêbûye, ev cara yekemîn e ku Rûsya daxuyaniyekê dide. Nûnerê serokê Rûsyayê yê Sûriyê Alexander Lavrentiev wiha anî ziman: "Êrîşên dewleta Tirk ên li ser Sûriyê nayên pejirandin û muhtemel e li bakurê Sûriyê bandorê li hevsengiya olî jî bike.”

Her wiha nûner navbeynkariya Rûsyayê di navbera Şamê û Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê de û di navbera Şam û Enqereyê de kifş kir.

Alexander Lavrentiev ragihand ku Rûsya rê nade şerê di navbera Tirkiye û Sûriyê de, her wiha texmîna vekişandina hêzên Amerîkayê ji Sûriyê kir.

(eh)