Fransa: Divê Ewropa şandina çekan ji dewleta Tirk re qedexe bike

Fransayê bang li Yekitiya Ewropayê kir ku çekan nefiroşe dewleta Tirk û êrîşên ku dê bibin sedema qirkirina mirovahiyê rawestîne.

Fransa: Divê Ewropa şandina çekan ji dewleta Tirk re qedexe bike
14 cotmeh, 2019   08:51
NAVENDA

Reutersê li ser zimanê wezîrê karên derve yê Fransayê ragihand ku divê Wezareta Karên Derve û Yekitiya Ewropayê (YE) dîsa êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar bikin, şandina çekan ji Enqereyê re qedexe bikin û bang li DYA`yê bike ku civînekê ji bo têkoşîna li dijî DAIŞ`ê li dar bixe.

Wezîrê karên derve yê Fransayê Jean-Yves Le Drian, dema bi hempîşeyê xwe yê Yekitiya Ewropayê re li Luksemburgê civiya, got êrîşên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê dê bibin sedema qirkirina mirovahiyê. Le Drian diyar kir ku Fransa ji vê civînê hêviya bidawîkirina êrîşan, yekser şandina çekan ji dewleta Tirk re rawestîne û bi DYA`yê re ji bo têkoşîna li dijî DAIŞ`ê bicive, dike.

(eh)