Welatiyê ji ber topbarana artêşa Tirk birîndar bûbû, şehîd bû

Duh di saetên êvarê de artêşa Tirk a dagirker topek avêt gundê Çetelê yê girêdayî navçeya Dirbêsiyê û di encamê de welatiyê bi navê Izedîn Mehmûd El-Yûsif birîndar bûbû û îro di saetên sibê de şehîd bû.

Welatiyê ji ber topbarana artêşa Tirk birîndar bûbû, şehîd bû
14 cotmeh, 2019   08:23
HESEKÊ

Artêşa Tirk a dagirker şevê din çend top avêtin bajarê Dirbêsiyê û gundewarên wê.

Topek li mala welatiyê bi navê Izedîn Mehmûd El-Yûsif a li gundê Çetelê yê rojavayê navçeya Dirbêsiyê ket. Di encama wê de Izedîn El-Yûsif bi giranî birîndar bûbû û ji bo tedawiyê rakiribûn nexweşxaneyeke bajarê Hesekê. Lê îro di saetên sibê de ji ber şehîd bû.

(bx)

ANHA