Papa Franciscus: Sivîl, di nav de xiristiyan, ji ber êrîşên dewleta Tirk neçar man malên xwe bihêlin

Papa Franciscus got sivîlên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê dijîn, di nav de xiristiyan, ji ber êrîşên dewleta Tirk neçar man ku malên xwe bihêlin.

Papa Franciscus: Sivîl, di nav de xiristiyan, ji ber êrîşên dewleta Tirk neçar man malên xwe bihêlin
13 cotmeh, 2019   12:38
NAVENDA NÛÇEYAN

Ajansa Associated Press li ser zimanê Papa Franciscus got "Sivîl, di nav de malbatên xiristiyan, ji ber êrîşên Tirkiyê neçar man ji malên xwe derkevin."

Papa Franciscus îro di dawiya merasîma olî de bang li civaka navneteweyî kir ku “Bi duristî, zelalbûn û wefedarî bixebite da ku çareyeke aktîf peyda bike.”

Serokê Amerîkayê Trump ku hêzên xwe ji Bakur û Rojhilatê Sûriyê vekişandin, ji aliyê xiristiyanan ve jî hate rexnekirin. Rexnegir dibêjin ev vekişandin dê jiyana hevalbendên wan ên li Bakurê Sûriyê yên ku DAIŞ di Sûriyê de şikandin, bixe xetereyê.

(eh)