Bi piştevaniya dewleta Tirk a dagirker 785 DAIŞ’î ji kampa Eyn Îsa revîn

785 çeteyên DAIŞ’ê yên biyanî ji kampa Eyn Îsa bi hevkariya komên çete û piştî êrîşa balafirên dewleta Tirk a dagirker ên li ser kampê, revîn.

Bi piştevaniya dewleta Tirk a dagirker 785 DAIŞ’î ji kampa Eyn Îsa revîn
13 cotmeh, 2019   11:41
NAVENDA NÛÇEYAN

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ragihand ku 785 çeteyên DAIŞ’ê yên biyanî ji kampa Eyna Îsa bi hevkariya komên çete yên girêdayî Tirkiyê revîn.

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê li ser hesabê xwe yê fermî belav kir ku îro 785 çeteyên biyanî yên ku tev li DAIŞ’ê bûne, ji kampa Eyn Îsa bi koordîneya bi komên çete yên girêdayî Tirkiyê û alîkariya balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker re, piştî ku êrîşî kampê kir, revîn. Piştî êrîşê, endamên DAIŞ’ê êrîşî nobetdarên kampê kir û deriyên revê vekirin.

(fr)