Li Şehbayê 2 fermandarên artêşa Tirk hatin kuştin

Hêzên Rizgariya Efrînê daxuyand ku di çalakiyên wan ên duh ên li dijî artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê de li Şehbayê 2 fermandarên artêşa Tirk û 3 çete hatine kuştin.

Li Şehbayê 2 fermandarên artêşa Tirk hatin kuştin
11 cotmeh, 2019   11:31
NAVENDA NÛÇEYAN

Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) bi daxuyaniyeke nivîskî der barê çalakiyên xwe yên duh de agahî dan. HRE’yê diyar kir ku hêzên wan rêzeçalakiyên sabotajê li dijî artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê pêk anîne û di çalakiyan de 2 fermandarên artêşa Tirk û 3 çete hatine kuştin.

Daxuyaniya HRE’yê wiha  ye:

“Di 10’ê Cotmeha 2019 de hêzên me rêzeçalakiyên sabotajê yên bibandor li Efrîn û Şehbayê li hemberî artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li dar xistin. Di vê çarçoveyê de;

1. Li gundê Meryemin ê girêdayî navçeya Şera roja 10’ê Cotmehê bi şev hêzên me çalakiyeke sabotajê li dijî artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li dar xist. Di encama çalakiyê de 2 çete hatin kuştin

2. Li gundê Jarez ê girêdayî herêma Ezazê roja 10’ê Cotmehê hêzên me li dijî berpirsên çeteyên Polîsên Leşkeri û qaşo endamên konseya ewlehiyê çalakiyeke sabotajê li dar xist. Di encamê de ew çete hat kuştin.

3. Li gundê Til Medîq û Semûqa yê girêdayî herêma Şehba roja 10’ê Cotmehê bi şev hêzên me 2 çalakî li dijî baregehên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li dar xistin. Di encamê de 2 fermandarên artêşa Tirk hatin kuştin her wiha obuseke artêşa Tirk hat rûxandin.

4. Di heman demê de li gundê Til Malid ê girêdayî bajarê Mare li dijî barageheke artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê hêzên me çalakiyeke sabotajê li dar xist, lê belê encamên çalakiyê nehatin zelalkirin.

Piştî rêzêçalakiyên hêzên me artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li gundên Başemrê, Kilûtê, Birc Qasê, Gundê Mezin, Soxanekê û Bênê yên girêdayî navçeya Şêrewa û gundên Merenaz, Malikiyê û Şewarixa yên girêdayî navçeya Şerayê, her wiha gundên Hirbil, Til Medîq, Semûqa û Bendava herêmên Şehba ku bi hezaran sivîl lê dijîn, bi obus û hewanan topbaran kirin.”