Bi êrîşên artêşa Tirk re çeteyên DAIŞ`ê aktîf dibin

Çeteyên DAIŞ`ê bi destpêka êrîşên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê re aktîf bûn. Çeteyan hevseroka Meclisa Gel a Busêra, her wiha Nexweşxaneya El-Şêhêl kirin hedef.

Bi êrîşên artêşa Tirk re çeteyên DAIŞ`ê aktîf dibin
11 cotmeh, 2019   10:15
DÊRAZOR

Bi destpêka êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên  li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê re xetereya vejandina çeteyên DAIŞ`ê û bi taybet ku di navbera DAIŞ`ê û Tirkiyê de hevkariyeke xurt heye, derdikeve holê.

Çeteyên DAIŞ`ê ku bi awaykî veşartî li bejahiya Dêrazorê ji êrîşan derfet girtin û dest bi tevgerê kir. Nûçegihanê me ragihand ku şaneyên veşartî yên çeteyên DAIŞ`ê hevseroka Meclisa Gel a bajarokê El-Busêra kir hedef. Çeteyan li pêşiya mala wê mayinek danî û di encama wê de hevseroka meclisê û dayika xwe birîndar bûn û ji bo tedawiyê rakirin nexweşxaneyê.

Her wiha çeteyên DAIŞ`ê bi rêya mayinekê Nexweşxaneya El-Şêhêl a li bejahiya rojhilatê Dêrazorê ku xizmeta şêniyên herêmê dike, kir hedef.

Fermandariya Gişî ya QSD`ê bi daxuyaniyekê destnîşan kiribû ku êrîşên dewleta Tirk a dagirker li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dê derfetê li pêşiya vejandina çeteyên DAIŞ`ê veke û ev yek xetereyê ne tenê li ser herêmê, lê belê li ser tevahî cîhanê çêdike.

(bx)

ANHA