Şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê berê xwe didin Girê Spî da ku bibin mertalên zindî

Di van kêliyan de bi hezaran şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê berê xwe didin bajarê Girê Spî da ku beşdarî çalakiyên mertalên zindî li ser sînor li hember derbasbûna dewleta dagirker a Tirk bibin.

Şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê berê xwe didin Girê Spî da ku bibin mertalên zindî
10 cotmeh, 2019   09:35
GIRÊ SPÎ

Bi hezaran şêniyên bajar, bajarok û navçeyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji Dêrik, Hesekê, Minbic, Dêrazor û Reqayê berê xwe didin bajarê Girê Spî da ku beşdarî çalakiyên mertalên zindî yên li ser sînor bibin ku nameyekê ji artêşa dagirker a Tirk û çeteyên wê û tevahî cîhanê re bi rê bikin ku êrîşên Tirkiyê red dikin û qebûl nakin artêşa dagirker a Tirk derbasî herêmê bibe.

Tê payîn ku kesên ku berê xwe didin Girê Spî, daxuyaniyên şermezarkirina êrîşên Tirkiyê yên bi armanca dagirkirin û komkujiyê, bidin. Her wiha dê topbarankirina avahiyên sivîlan û cihên dîrokî yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî şermezar bikin.

Hê jî artêşa dagirker a Tirk û balafirên wê yên şer di bombebarana bajar, bajarok û gundên ku tê de şênî hene yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê dewam dike da ku neçar bibin birevin û koçber bibin, bi wê re jî herêmên wan dagir bikin û çeteyan di malên wan de bi cih bikin û demografiya herêmê biguherînin.

(fr)