QSD`ê hewldana derbasî artêşa dagirker û êrîşeke şaneyên DAIŞ`ê têk bir

Nûçegihanê me ragihand ku Hêzên Sûriyê Demokratîk li bejahiya Serêkaniyê li eniya Til Helef û Elûk hewldana derbasbûna artêşa Tirk a dagirker têk bir. Ji aliyekî din ve jî, şaneyeke çeteyên DAIŞ`ê hewl da li gundê El-Tomiya ê başûrê bajarê Serêkaniyê êrîşî silavan bike, hêzên Asayîşê jî bersiv dan.

QSD`ê hewldana derbasî artêşa dagirker û êrîşeke şaneyên DAIŞ`ê têk bir
10 cotmeh, 2019   05:21
HESEKÊ

Nûçegihanê me ragihand ku hêzên Asayîşê bersiva êrîşa şaneyên DAIŞ`ê yên veşartî dan û di encamê de şer derket. Heta niha 4 çete hatin kuştin.

(kc)

ANHA