Pentagon: Me leşkerên xwe ji herêma operasyonê vekişand

Pentagon daxuyanî  da û got ku “Ji bo ewlehiya wan, me leşkerên xwe ji herêma operasyonê vekişand.”

Pentagon: Me leşkerên xwe ji herêma operasyonê vekişand
8 cotmeh, 2019   20:53
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezareta Parastinê ya DYA’yê (Pentagon) diyar kir wan leşkerên xwe yên Amerîkayê ji herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê vekişandine ya ku dibe operasyon lê were kirin.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku “Em hê jî li ser fikra herêma ewle ne” û diyar kir ku DYA‘yê hejmara leşkerên xwe yên li Sûriyeyê neguherandiye.

Di daxuyaniyê de hate gotin “Mixabin Tirkiye yekalî tevgeriyaye” û Trump haya wezaretê ji biryara vekişandina leşkeran çêkiriye.