Meclisa Qanûnsaz a herêma Cizîrê civînek awarte li dar xist

Meclisa Qanûnsaz a herêma Cizîrê got hêzên navdewletî gihaştin heqîqeta destekdayîna Rejîma Tirkiyê ji rêxistinên terorîst re. Meclisê bang li tevahiya hêzên aştî û azadîxwaz û demokratîk ên cîhanê kir ku li hember timayên Erdogan bisekinin û niyetên wî yên kirêt li hember herêmên Rêveberiya Xweser rawestînin.

Meclisa Qanûnsaz a herêma Cizîrê civînek awarte li dar xist
Meclisa Qanûnsaz a herêma Cizîrê civînek awarte li dar xist
Meclisa Qanûnsaz a herêma Cizîrê civînek awarte li dar xist
Meclisa Qanûnsaz a herêma Cizîrê civînek awarte li dar xist
8 cotmeh, 2019   14:33
QAMIŞLO

Meclisa Qanûnsaz a herêma Cizîrê  bi mijara gefên dawîn ên dewleta Tirk îro civînek awarte li avahiya meclisê li navçeya Amûde li dar xist. Piraniya endamên meclisê tev li civînê bûn.

Civîn ji capemeniyê re girtî li dar ket. Di dawiyê de meclisê daxuyaniyek da. Hevseroka Meclisa Qanûnsaz a herêma Cizîrê Arya Mele Ehmed daxuyanî xwend. Daxuyanî wiha ye:

"Ewlehiya herêmên Rêveberiya Xweser a tevahiya pêkhateyên wê di nav jiyanek hevpar de ne ji kesekî ne veşartin. Lê rewşa herî xeter a li ser ewlehiya herêmê û şêniyê wê gefên Tirkiyê ji bo dagirkirina herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ne. Dewleta Tirk bi hincetên ne rast ku timayên xwe li paş wê dinuxmîne dê êrîşî herêmê bike. Êdî ew timaya ji her kesî re eşkere bûne. Hikumeta AKP`ê hewl dide bi tevahiya rêbazan herêmê dagir bike. Tevî ku tê zanîn, Rêveberiya Xweser li ser Tirkiyê nebû xeterî, sînor û ewlehiya wê ya niştîmanî tehdîd nekir mîna ku saziyên leşkerî, siyasî û çapemenî yên Tirkiyê îdia dikin.

Diyar e  ku hêzên navdewletî gihaştin rastiya destekdayîna Rejîma Tirkiyê bi serkêşiya AKP`ê ji rêxistin û milîsên terorîst re di serî de DAIŞ û Cebhet El-Nusra yên ku ji aliyên QSD ve bi tevlibûn û alîkariya Koalîsyona Navdewletî têk çûne.

Lê piştî tunekirina DAIŞ`ê ewlehî li tevahiya herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê serwer bû. Ev jî ne li gorî berjewendiya Rejîma Tirkiyê û perspektîvên wê yên berfirehkirinê bû. ji ber wê ji bilî tunekirina vê tecrubeyê ti rêbaz nedît û îdia kir ku YPG û QSD`ê terorîst in û li ser  ewlehiya niştîmanî ya Tirkiyê xeter in. Ji bo wê tevahiya kedên xwe bi kar anî da ku erêkirina Amerîka û Rûsya ji bo ku êrîşî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi  dest bixe.

Wek Meclisa Qanûnsaz a herêma Cizîrê em îdiayên Rejîma Tirkiyê di vî warî de red dikin. Di heman demê de em bang li tevahiya hêzên aştî û azadîxwaz û demokratîk ên cîhanê dikin ku li hember timayên vê rejîmê bisekinin û niyetên wê yên kirêt li hember herêmên rêveberiya me ya xweser rawestînin. Ev rêveberî nimuneya herî guncew ji demokrasî û jiyana aştiyane di navbera tevahiya pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye.‘‘

(şx)

ANHA