Gaziyên şer nameyek pêşkêşî NY`yê kirin

Gaziyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê nameyek radestî navenda Netewên Yekbûyî ya li bajarê Qamişlo kirin û gotin: "Me ji bo mirovahiyê û dawîkirina metirsiyan şer kir, me canê xwe di oxira vê yekê da, her wiha em bi serkeftina li dijî gefên Tirkiyê re xwedî bawerî ne." 

Gaziyên şer nameyek pêşkêşî NY`yê kirin
Gaziyên şer nameyek pêşkêşî NY`yê kirin
Gaziyên şer nameyek pêşkêşî NY`yê kirin
8 cotmeh, 2019   12:32
QAMIŞLO

Îro bi sedan gaziyên di şerê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê parçeyekî xwe li dijî çeteyên DAIŞ`ê dan, bi silogana"Em gaziyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, parêzvanên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ne", nameyeke têkildarî gefên dewleta Tirkiyê yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê, radestî navenda Netewên Yekbûyî kirin.

Dema gazî gihan navenda Netewên Yekbûyî(NY), name bi zimanê erebî ku ji aliyê Endamê Yekitiya Gaziyên Şer ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ve Emced Xemîs û bi zimanê kurdî ku ji aliyê endamê bi navê Fîdaî Sirûc ve hatin xwendin.

Nameya Gaziyên Şer wiha ye:

Ji nûnerên Netewên Yekbûyî yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê re.

Em gaziyên şer ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, em vê nameyê bi rêzdarî pêşkêşî we dikin, wekî hun dizanin li ser xaka me ji beriya 8 salan ve şer rû dide, her wiha hun dizanin ku me li dijî terora ku gefan li hemû cîhanê dixwe şer kir û di vê oxirê de, bi hezaran şehîd û bi deh hezaran birîdar da.

Heta niha 28 hezar birîndar hene û ji destpêka şoreşa Kobanê û heta niha me bi hev re li dijî komên çeteyan şer kir, da ku em welatê xwe ji dagirkeran biparêzin, di heman demê de me her soza xwe nû dikir û canê xwe di vê oxirê de da û giha astekê ku zarok, jinan û xityaran ji ber xizanî û wêraniyê, jiyana xwe ji dest bidin.

Îro gefên dewleta Tirkiyê cudabûnê naxe navbera zarok, mezin û jinan de, ji ber vê yekê em bi şerekî giran re rû bi rû ne, me êrîşî tu kesî nekiriye û xaka kesî dagir nekiriye û em ji bo parastina xaka welêt li vir in.

Careke din em bi hêvî ne, ku gelê me li dijî gefên Tirkiyê rawest in.

Em dizanin ku Rêxistinên Mafên Mirovan ku parastina mafên mirovan dikin, girêdayî we ye û hûn hemû dizanin bê Erdogan û DAIŞ`ê kî ne, em wekî kesên ku me ji bo mirovahiyê û dawîkirina xeteriyê şer kir, canê xwe di vê der barê da, xweş dizanin ku em dikarin dawî li vî şerî bînin.

Di heman demê de heke dawî li gefên Tirkiyê neyê, dê terorîst dîsa bi navên cuda li hemû cîhanê belav bibin, ev destpêke û em naxwazin ku rewş ji wiha mezintir bibe.

Ji ber vê yekê em bang li we dikin ku hun rê li pêşiya vê xeteriyê bigirin, em bi hêvî ne rewşa Efrînê dubare nebe, ji ber hun dizain ku çeteyên Tirkiyê li ser sînor bicih bûne û heke êrîş bike, dê bi destekdayîna komên terorîstan û çeteyan êrîş bike, ji ber vê yekê daxwaze me ew e ku hun bi erka xwe rabin."

(eh)

ANHA